NÛ BÛ-Di teqîna li Minbicê de 6 kes birîndar bûn

Di encama teqîna wesayîta bombebarkirî ya li nêzî Nexweşxaneya Emelê pêk hat de 6 sivîl birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ANHA’yê di saetên şevê de li bajarê Minbic ê Bakurê Sûriyeyê teqînek pêk hat.

Di encama teqîna wesayîta bombebarkirî ya bi marqeya kîa ya li nêzî Nexweşxaneya Emelê pêk hat de 6 welatiyên sivîl birîndar bûn.

Di teqîna saet 20:40'î pêk hat de 6 welatiyên sivîl birîndar bûn. Birîndar hatin rakirina nexweşxaneyên li bajar.

Di encama teqînê de ziyanên madî gihiştin avahiya nexweşxane û yên derdor. Her wiha piştî teqînê herêm ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hindirîn ve hate dorpêçkirin.

Di teqîn berê hefteyekê li Minbicê pêkhatibû de jî zarokek miribû.