Cenazeyê şervanê YPG'ê Alkan bi merasîmekê hate veşartin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Mihemed Alkan (Serhed Baran) bi merasîmeke girseyî ku bi hezaran kes tevlî bûn hate veşartin.

Bi hezaran welatiyên herêma Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê li ber nexşwexaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê li hev civiyan.

Girseya gel cenazeyê şervanê YPG'ê Alkan ji morga nexweşxaneyê wergirt û bi hildana alên YPG/YPJ û wêneyên şehîd Mihemed Alkan berê xwe da goristana Şehîd Xebat.

Hêzên Erka Xweparastinê li goristanê merasîmeke leşkerî pêk anîn. Yek ji fermandarên YPG'ê Hawar Dêrik li merasîmê axivî û diyar kir ku wê timî li ser şopa şehîdan bin. Dêrik got, "Şehîd nasnameya gelan e, misogeriya serketinê ne."

Rêveberê Meclîsa Herêma Dêrikê Hesen Hemza jî diyar kir ku dijminên gelê Kurd li ser gelek mijaran li hev dikin û işaret bi danûstandinên navbera Moskow, Enqere û Tehranê kir.

Hemza got, "Em ê hevgirtina xwe xurtir bikin û li hemberî planên dijberan bisekinin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata Alkan hate kirin.

Cenazeyê Mihemed Alkan li ber dirûşm û tilîliyên dayikan hate veşartin.