Li Wanê 'Tora Têkoşîna bi Tundiyê re’ hate avakirin
Li Wanê bi pêşengiya Komeleya Jinan a Starê, OHD, ÎHD'ê de, platforma “Tora Têkoşîna bi Tundiyê re” hate avakirin û banga têkoşîna hevpar hate kirin.
Li Wanê bi pêşengiya Komeleya Jinan a Starê, OHD, ÎHD'ê de, platforma “Tora Têkoşîna bi Tundiyê re” hate avakirin û banga têkoşîna hevpar hate kirin.
Platforma Tora Têkoşîna bi Tundiyê re ya Wanê hate avakirin.
Derbarê armanca platformê de li Hola Konferansê ya Tahir Elçi ya Baroya Wanê daxuyaniyek hate dayîn. Platform bi pêşengiya Komeleya Jinan a Starê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de hate avakirin, Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Wanê, Komîsyona Koçberiyê ya Baroya Wanê, Komeleya Mafên Mirovan û Medyayê (ÎHAMED), Odeya Bijîşkan a Wan - Colemêrgê, Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Cemaweriyê (KESK) a Şaxa Wanê û Koordînasyona Jinan a Rêveberiyên Xwecihî ya Wanê cih girtin.
Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Leyla Abukan a ji Komeleya Jinan a Starê ve hate xwendin.
Endama Komeleya Jinan a Starê Leyla Abukan banga têkoşîneke hevpar kir û diyar kir ku ji bo têkoşîna li dijî tundûtûjiya li ser jin û zarokan a mezin bibe, pêdivî bi avakirina platformek hebû.
Di daxuyaniyê de xalên hevkariya têkoşîna li dijî tundûtûjiyê, avakirina daneyên hevpar û li gorî rêgezên nepenî tevbigerin cih girtin. Hate daxuyandin ku platform wê bi mutabaqata hevpar pêş bikeve.