Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya dawî ku şervanên QSD’ê ya Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê ‘Şerê dawîkirina terorê’ dabû destpêkirin didomîn, eşkere kir. QSD’ê ev agahî parve kir:
"Li derdora El-Baxoza Jorîn şer di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ`ê de dewam dike. Li derdora gund çeteyan tevgera şervanên me kirin hedef. Di heman demê de Topavêjên koalîsyonê yekser cihê bicihkirina topavêjan topbaran kir.
Fermandariya Meydanî tekez kir ku 7 çete hatin kuştin û 3 şervanên me jî bi sivikî birîndar bûn.
Duh saetên sibê jî di navbera şervanên me û çeteyan de şerekî dijwar derketibû. Hêzên me bi awayekî berbiçav pêşve çûn, 7 nuqte ji çeteyan hatin rizgarkirin. Di wî şerî de 2 çete hatin kuştin û 2 şervanên me jî şehîd bûn, her wiha mayinek bi trêkseke şervananê me ve teqiya û zerarên madî çêbûn.
Çeteyên DAIŞ’ê li derdora El-Sûse gelek mayîn çandine. Ji ber vê fikarên me hene ku di encam van mayînan de gelek sivîl şehîd bibin. Ji duh saetên êvarî heta saetên ber sibehê hêzên me nêzî 2 kêlometre ber bi pêş ve çûn û 9 nuqte ji destê çeteyan rizgarkirine. Di encama teqîna mayînekê de 6 şervanên me birîndar bûne û ziyan gihiştiye wesayîteke me ya bi markeya Hammer û Treksekê.
Di şer û pêşveçûnên heta niha de li nuqteyan 16 çete hatine kuştin, 6 şervanên me birîndar bûne û 2 jî şehîd bûne.
Dîsa ji aliyê tîmên taybet ên rakirina mayîna ve 17 mayîn hatine bêbandorkirin. Balafirên Koalîsyona Navneteweyî jî 18 caran li nuqteyên çeteyan xistine.”