QSD: Di 24 seatên dawîn de 14 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku di şerê 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de 14 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku li Baxoza Jorîn şer didome û 14 çete hatine kuştin.

QSD’ê ev agahî par ve kir;

Eniya Baxoza Jorîn

Ji şevê din ve şerê li herêmê didome. Çeteyan hewl da ber bi nuqteyên ku hêzên me rizgar kiribûn ve pêş ve werin, lê hewldanên wan têk çûn. Çeteyan di êrîşa xwe de motorsîklêt, hewan û topavêj bi kar anîn. Di vê êrîşê de, gelek çete hatin kuştin û 2 şervanên me birîndar bûn. Şer heta vê kêliyê dewam dike.

Her wiha hêzên me bi pêş ve çûn û 4  nuqte ji hundirê gundê Baxozê rizgar kirin. Di heman demê de, hêzên me di kolana sereke ya gund de bi pêş çûn û tîma endezyarî ya leşkerî mayina ku li kolana sereke hatibû çandin, bê bandor kir. Şer niha li hundirê gundê Baxozê dewam dike.

Eniya El-Sewsa

Hêzên me li vê eniyê bi pêş ve diçin û şerên giran di navbera hêzên me û çeteyan de diqewime. Fermandariya li vê eniyê tekez kir ku 4 çete hatin kuştin. Her wiha çete bi awayekî dijwar topan diavêjin, mayin gelek hatine çandin û çekên sekvaniyê bi kar tînin.

Şevê din, di encama şerekî giran de, li vê eniyê 2 şervanên me şehîd bûn, her wiha 2 şervanên din jî birîndar bûn. Ji şeva din heta vê kêliyê şerê li herêmê didomin. Hêzên me di vê eniyê de bi pêş ve çûn û nuqteyek ji çeteyan rizgar kir. Çete mayin û rextên bombebarkirî bi kar tînin. Her wiha çeteyekî xwekuj xwe teqand. Di encama şerê vê eniyê de, 8 çete hatin kuştin û hejmarekî  şervanên me birîndar bûn.

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî 3 êrîşên hewayî û 5 êrîşên bi fuzeyan li dijî baregehên çeteyan pêk anîn.

Di 24 saetên dawîn de, fermandariya eniya şer tekez kir ku 14 çete hatin kuştin, 2 şervanên me şehîd bûn û hin şervanên me yên din jî birîndar bûn.”