Li Amûdê cenazeyê Abdullah û Ebdî spartin axê
Li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed Abdullah û endamê Asayîşê Yasir Ebdî spartin axê.
Li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed Abdullah û endamê Asayîşê Yasir Ebdî spartin axê.
Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê yê Ehmed Abdullah ê li bajarê Qamişloyê û endamê Hêzên Asayîşa Amûdê Yasir Ebdî yên 13‘ê Îlonê dema li ser karê xwe bûn şehîd bibûn, ji avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan hate wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Îsmaîl ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre jî li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Seyid Ferso axivî û got: "Em hemû cangoriyên azadiyê bibîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin û ji malbatê re sersaxî dixwazin."
Fermandarê Hêzên Erka Xweparastinê Salim Îbrahîm jî ev tişt got: "Ehmed û Yasir evîndarê welatê xwe ne, ji ber vê yekê beşdarî şoreşê bûn û cihê xwe di qada leşkerî ya parastin welata de girtin.
Piştî axaftinan nasnameya şehîdan hate xwendin û radestê malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyê şehîd Ehmed li goristana Şehîd Îsmaîl yê Yasir li gundê wî spartin axê.