YPG'ê li ser operasyona Îdlibê daxuyanî da

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku îdîayên dibêjin wê hêzên wan tevlî operasyona Îdlibê bibin, spekulasyon e.

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd diyar kir ku îdîayên dibêjin, 'Hêzên YPG/YPJ wê tevlî operasyona Îdlibê bibin' ne rast e.

Nûrî Mehmûd da zanîn ku bi zêdebûna îhtîmala operasyoneke leşkerî ya li ser parêzgeha Îdlibê û hawirdora wê, hin saziyên çapemeniyê qala tevlîbûna hêzên wan di nav vê operasyonê de dikin.

Mehmûd tekez kir ku îdîayên bi vî rengî bi armanca spekulasyonê tên belavkirin û dûrî rastiyê ne.

Berdevkê YPG'ê di dewama daxuyaniyê de got, "Em ji raya giştî re tekez dikin; weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ), hêzên me li hember rêxistineke terorê (DAIŞ) di nava şerekî giran de ne û bi biryar in ku vê koma terorê li Bakurê Sûriyeyê tune bikin."

Nûrî Mehmûd di dawiyê de got: "Em di serî de li hember artêşa Tirk a dagirker ku li Efrînê hewl dide hebûna xwe meşrû nîşan bide û rêxistina terorî DAIŞ'ê ku alîkarî ji dewleta Tirk a dagirker digire, şerekî meşrû û mafdar dikin. Her wiha em tekez dikin ku ti hêza me li Îdlibê nîne."