Xezeba Zeytûnê li çeteyên Fatîh Sûltan Mehmet dan

Şervanên Çalakiyên Odeya Xezeba Zeytûnê, li Ezazê li dijî komeke çeteyên Fatîh Sûltan Mehemt ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek kirine, di vê çalakiyê de herî kêm 5 çete hatine kuştin.

Odeya Çalakiyên Xezeba Zeytûnê ragihand ku 15’ê Îlonê li gundê Raîl ê girêdayî bajarokê Ahtarîn a Ezazê çalakî hatiye kirin.

Odeya Çalakiyan ragihand ku di her du çalakiyan de ji Koma Fatîh Sûltan Mehmet 5 çete hatine kuştin, 8 jî birîndar bûne.

JI 6’Ê ÎLONÊ VE HERÎ KÊM 5 OPERASYON HATIN KIRIN

Li gorî hesabên ANF’ê, Odeya Çalakiyên Xezeba Zeytûnê ji 6’ê Îlonê û vir ve herî kêm 5 operasyon lidar xistine. Odeya Çalakiyan bi taybet çeteyên ku zilmê û zextan li welatiyan dikin dike hedef û operasyonan lidar dixin.

Endamekî çeteyê Feyleq El-Şam ê piştgiriya xwe ji Enqerê digire 12’ê Îlonê, Amîr El Qetî yê bi ser koma El Cebhe El Şamiye 11’ê Îlonê dîsa çeteyê bi navê Fayzî Salih El Tahe 6’ê Îlonê hatibûn kuştin.