YPG: Divê bûyera li Qamişloyê li pêşiya çareseriyê nebe asteng

Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd ji bo şerê 8'ê Îlonê yê li Qamişloyê bi hêzên rejîmê re qewimî got, "bûyera xemnak" û diyar kir ku divê ev bûyer li pêşiya çareseriya siyasî nebe asteng.

Daxuyaniya Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd li ser malpera fermî ya YPG'ê hate weşandin û got, ji ber windahiya ji her du aliyan "atmosfereke neyînî" derkete holê.

Daxuyanî wiha ye:

"Bûyera ku li Qamişloyê pêk hatiye divê li pêşiya hewldana çareseriyê nebe asteng. Di 8'ê meha Îlonê de li bajarê Qamişloyê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û hêzên girêdayî rejîma Sûriyeyê de aloziyek xemnak rû da ku di encamê de ji her du aliyan jî hejmarek kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bû sedem ku li bajarê Qamişloye rewşeke nearam û tevlihev derkeve holê.

Em wek Fermandariya Giştî ya YPG'ê ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin û ji ber bûyerê xemgîniya xwe diyar dikin. Dezgehên pêwendîdar der barê bûyerê de lêpirsîneke berfireh dan destpêkirin û dema bi dawî bibe wê encamên wê bi raya giştî re werin parvekirin. Her wiha em bang li her du aliyan dikin ku di demeke lêgerîna çareseriyê tê kirin de berjewendiyên niştimanî li ber çavan bigirin û wisa tev bigerin.

Em careke din sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin."