Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Piştre, sînevîzyona ku ji hêla ciwanan ve hatibû amadekirin û çîroka têkoşîna 7 gerîlayan vedigot, hate pêşandan.
Di bîranîna ku di salvegera yekem a şehadeta Fermandar Orhan Cihat Bîngol ku di 6’ê Hezîrana 2024’an de di êrîşên hewayî yên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê de li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû hate lidarxistin. Malbata şehîd jî beşdarî bîranînê bû û axivî.
Biraziyê Bîngol di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna 33 salan a apê xwe û destnîşan kir ku bi sekna xwe ya berxwedêrî bû pêşengê ciwanan. Axaftina xwe bi dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî kir.

ZÎLAN Û HEVRÊYÊN WÊ NEHATIN JIBÎRKIRIN
Di bîranînê de Zîlan (Zeynep Kinaci) a ku di sala 1996’an de li Dersimê çalakiya fedaî pêk anî, hate bibîranîn. Di bîranînê de Mîtra Kato, Besê Têkoşîn, Bawer Serhed, Welat Hêmin û Tîjda Zagros ên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, yek bi yek hatin bibîranîn û têkoşîna wan hate vegotin.
Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.