Li Dêra Zorê encamên dawî yên pêngavê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk ber bi qonaxa dawî ya pêngava ku beriya hefteyekê ya ji bo rizgarkirina bajarokê Hecînê dabû destpê kirin dewam dike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên QSD’ê hatin girtin, şervanên QSD’ê di çarçoveya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de li derdorî gundê El Sûse ya Dêra Zorê 2 kêlometre bi pêş ve çûne.

Berî rojekê li gundê Boxaza Jor a li nêzî sînorê Iraqê di nabera şervanan û çeteyan de şerê dijwar rûdabû. Ev gund 6 km ji sînorê Iraqê dûr e. Têkildarî encamên şerê li vir agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Piştî operasyona ku QSD’ê dabû destpêkirin û şûnd bi dehan sivîl ji bejahiya bakurê bajarokê Hecînê gihiştin bajarokê Îwa.

Têkildarî operasyonê hê bîlançoya nû nehatiye belavkirin. Li gorî bîlançoya 12’ê Îlonê hatibû belavkirin, di nava 2 rojan de 41 çete hatibûn kuştin.

Hatibû ragihandin ku di operasyonê de bi çeteyan re şerê sîng bi sîng pêk hatibû, 10 nuqteyên leşkerî yên çete bi cih bibûn hatibûn azadkirin.

Li gorî berpirsên QSD’ê, çeteyên DAIŞ’ê hemû çekên xwe û amûrên leşkerî yên giran li bajarokê Hecînê bi cih kirine. Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî yê Dêra Zorê Ehmed Ebû Xewla got: “Ji ber vê paqîjkirin û rizgarkirina herêmê wê ne bi hesan be, lê wê hêzên me dawiya terorîstan bîne.”

Xewla yê ji ANHA’yê re axivî, destnîna kir ku li herêmê 3 hezar çeteyên DIAŞ’ê hene û wiha got: “Ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê hemû çekên xwe yên giran û amûrên xwe yên leşkerî li vê herêmê bi cih kiriye, wê li herêmê şerekî dijwar pêk were.”