Li Sûriyeyê tevgera zêde: Gelek hêzan li hev dan

Piştî êrîşa bi moşekan a li dijî bajarê peravê yê Behra Spî ya Sûriyeyê, hate ragihandin ku balafira Rûsya hatiye xistin, di êrîşê de navên dewletên mîna DYA, Fransa û Îsraîl jî hene.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a fermîa ya Sûriye SANA’yê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên leşkerî, ragihandibû ku li dijî tesîstên pîşesaziyê yên teknolojiyê yên li Lazkiyeyê êrîşa bi moşekan hatiye kirin. Hate ragihandin ku moşekên tê texmînkirin ku ji behrê hatine avêtin beşeke mezin ji aliyê sîstema parastinê ya hewayî ya Sûriyeyê ve hatine tesbîtkirin û gelek jî hatibûn bê bandorkirin. Lê têkildarî moşekên ku nehatibû xistin ziyanên wê çiqasin agahî nehatibû dayîn.

ÎDÎAYA KU BALAFIRA RÛSYA LI BEHRA SPÎ ‘WINDA’ BÛYE

Li aliyê din îdîayên ku DYA, Fransa û Îraîlê êrîş pêk anîne jî, li çapemeniyên Sûriye û Rûsyayê dim tê ziman. Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê îdîa kir ku firkayeteke Fransî ya li Rojhilatê Behra Spî jî di êrîşê de cih girtiye.

Li gorî daxuyaniyeke ku di saetên direng ê şev ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve hate kirin jî, agahiya ku di dema êrîşî Lazkiyeyê hate kirin balafireke leşkerî ‘winda’ bûye parve kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku balafira leşkerî ya bi tîpa Il-20 ku 14 personel li nav bûn, êrîş li ser pêk hatiye û saet derdorî 23:00’an û şûnde ji radarê derketiye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku balafira Rûsya 35 kêlometre li peravên Sûriyeyê ji radarê winda bûye, bal kişand ku di heman demê de 4 balafirên F -16 ên Îsraîlê Lazkiye bomberdûman kiriye.