ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Helebê teqînek pêk hat
Li bajarê Heleb ê Sûriyeyê teqîneke dijwar pêk hat. -
YPG'ê li Efrînê lê da: 2 leşker û 3 çeteyên Tirk hatin kuştin
YPG'ê li Efrînê derbeke din li hêzên dagirker da. Di çalakiyan de 2 leşker û 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê 10 Desteyên Xweser ava bibin
Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe amade dike ku di demeke kin de 10 Desteyên Xweser û 7 buroyan ragihîne. -
'Bi rizgarkirina Baxozê re me xeta parastinê ya çeteyan şikandin'
Fermandarê giştî yê qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê Çiya Mihemed got, rizgarkirina gundê Baxoza Jorîn tê wateya şikandina 'bendên parastinê' yên çeteyan. -
Leşkerên Tirk li Qamişlo zarokek birîndar kirin
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker gule li gundê Xirab Korik ê Qamişlo barand û zarokê bi navê Abdullah Berzan birîndar kir. Hate diyarkirin ku rewşa zarok giran e. -
Şerê qedandina terorê: 31 çete hatin kuştin
Di qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê de ya ku jê re ‘şerê qedandina terorê’ tê gotin, QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawîn eşkere kir. Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku di şer de 31 çete hatine kuştin. -
Gundê Baxoza Jor ji DAÎŞ’ê hate paqijkirin
Piştî şerê sê rojan, gundê Baxoza Jor ji DAÎŞ’ê hate paqjjkirin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Şems spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD’ê Mihemed El Xelef (Şems) ê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, bi merasîmekê spartin axê. -
YPG: Li Efrînê 4 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyê 19’ê Îlonê yên li navçeya Cindirês û Şiyê yên Efrînê de 4 çeteyên Ehrar El-Şam û Lîwa El-Waqas hatine kuştin, 3 çete jî birîndar bûn. -
Li dijî hucreyên DAÎŞ’ê û MÎT'ê çalakiyên hemwext
Bi tevlîbûna HAT Asayîş, YPG û YPJ’ê li dijî hucreyên çeteyên DAÎŞ’ê û artêşa Tirk ên li Kobanê çalakiyên bi bandor û hemwext hatin kirin. Di çalakiyê de bi dehan çete hatin girtin û rêjeyek çek hate desteserkirin. -
Hîzbûllah: Tevî lihevkirina Îdlibê em ê li Sûriye bimînin
Nasrallah ê bal kişand ser peymana tê pêşdîtin a rawestandina operasyona li dijî Îdlibê ya di pêşengtiya Rûsya û Tirkiyeyê de, ragihand ku Hîzbûllah ‘heta fermanekî nû’ wê li Sûriyeyê bimîne. -
Malbatên ji Îdlîbê li Efrînê tên bicihkirin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlên li Efrînê bi darê zorê wan ji axa wan derdixe û yên ji Îdlîbê li Efrînê bi cih dike. -
Li Baxoza Jor 19 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku li bajaroka Baxoja Jor a li rojhilhatê Dêrazorê şerekî giran heye û wesayîtên çeteyan ên bombebarkirî hatine îmhakirin. Hate ragihandin ku 19 çete hatine kuştin. -
Li Şêrewa 2 çeteyên Ehrar El-Şerqiye hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku li navçeya Şêrewa ya Efrînê li dijî komên çete yên ku dewleta Tirk piştgirî dikin çalakiyên xwe didominin. -
PYD'ê derbarê salvegera damezirînê daxuyanî da
PYD'ê got bi çarçoweya hişmendiya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gavên girîng avêtine û diyar kir, ''YPG-YPJ û hêzên QSD'ê komên terorê yên herêmê têk birin''. -
Gelê Kobanê li dijî tecrîd û dagirkirina Efrînê meşiya
Welatiyên Kobanê ji bo Efrînê meşiyan. Di meşê de tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate şermezar kirin. -
Şervana YPJ’ê Dilbirin: Ez ê xeyalên bavê xwe bi cih bînim
Şervana YPJ’ê Dilbirîn Yilmaz: Ez dixwazim bibim şopdarên hevalên şehîd û xeyalên wan bi cih bînim. Bila ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin. -
Cenazeyê 4 şervanên QSD bi merasîmekê hatin veşartin
Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê şervanên QSD’ê Hisên El-Ebid (Mekhil), Abdullkerîm El-Nebir (Nemir), Selame El-Recawî (Xezeb), Hemûd EL-Elî (Hemûd) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen veşartin. -
Li Kobanê bi hezaran kes ji bo Efrînê dimeşin
Bi hezaran welatiyên Kobanê li Qada Jina Azad li hev civiyan û li dijî dagirkeriya Tirk a li Efrînê dimeşin. -
QSD’ê xetên parastinê yê bajarokê Baxozê kontrol kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku li bajarokê Baxoz ê ku ev çend rojin şerê dijwar lê diqewime, xeta parastinê ya DAIŞ’ê di destê hêzên wan de ne. -
QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî eşkere kir: 35 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku di 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de 35 çete hatine kuştin. -
Li Dêra Zorê di 24 saetên dawîn de çi bû?
QSD’ê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê li Dêrazorê pêngavek dabû destpêkirin. QSD di qonaxa dawîn a vê pêngavê de gelekî bi pêş ve çû û pireke stratejîk bi dest xist. Di 24 saetên dawîn de gelek çete hatin kuştin û gelek sivîl hatin rizgarkirin. -
Pêngava Dawîkirina Terorê: 6 çete hatin kuştin
Piştî rizgarkirina pira ku çeteyên DAIŞ’ê derbasî El-Bûkelamê dibûn hate rizgarkirin û şûnde, çeteyan ji nû ve êrîş kirin. Şervanên QSD’ê yên ku êrîş şikandin, 6 çete kuştin. -
QSD’ê pirekî stratejîk xiste kontrolê
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di Qonxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de pirekî stratejîk ji destê çeteyan rizgar kir. -
Erdogan bi Pûtîn re li hev kir, çete li Efrînê bi hev ketin
Çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (El Nûsra) û Feyleq El Şam li navçeya Cindirê sa Efrînê ya ku dagir kiribûn bi hev ketin.