Netenyahu: Tehranê tehliye bikin
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu got, "Ez bang li gelê Tehranê dikim: Tehrenê tehliye bikin. Em dikevin nava liv û tevgerê."
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu got, "Ez bang li gelê Tehranê dikim: Tehrenê tehliye bikin. Em dikevin nava liv û tevgerê."
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu diyar kir ku hêza hewayî kontrola asîmanên Tehranê bi dest xistiye û got, "Em nêzî bidestxistina du armancên xwe yên sereke ne. Ya yekem ji holê rakirina gefa nukleerî ye, ya duyem jî ji holê rakirina gefa fuzeyan e. Ez bang li gelê Tehranê dikim: Tehrenê tehliye bikin. Em dikevin nava liv û tevgerê."
Fermandarê Giştî yê Pasdarên Şoreşê Mihemed Pakpûr ji televîzyona dewleta Îranê re axivî û got: "Êrîşên Îsraîlê rawestin jî, em ê heta dawiyê bibin. Me deverên girîng ên Îsraîlê wêran kirine û em ê berdewam bikin."