Bi moşek û ÎHA'yan êrîşî Sûriyê bû

Hate ragihandin bi moşekan êrîş birine ser Lazkiye û Humusê ya Sûriyê, tê îdîakirin ku êrîş ji aliyê Israîlê ve hatiye kirin.


Di nûçeyekê ajansa fermî ya Sûriyê SANA'yê de xwe dispêrê jêderên leşkerî, li Lazkiyê bi ser tesîsên sanayiyê de êrîşa bi moşekan bûye. Hate gotin hin ji wan moşekan ji hêla pergrala berevaniya hewayî ya Sûriyê ve hatiye tespîtkirin û gelek jê hatine şikandin.

Her wiha ji hêla hin organên medyayê yên cuda ve hate gotin di êrîşan de amûrên hewayî yên bêmirov jî hatine bikaranîn.

Ji ber îdîaya ku Yekşemê balafirên Israîlê li balefirgeheke nêzî Şamê xistine, tê gotin dibe ku êrîş ji hêla Israîlê ve hatibe kirin.