Li gundê Baxoza Jorîn şer giran e: 17 çete hatin kuştin

Li gundê Baxoza Jorîn di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî dijwar diqewime. Li aliyê din fermandarekî QSD'ê ragihand ku di şer de 17 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê "Şerê Tunekirina Terorê" ku ji aliyê QSD‘ê ve hatî destpêkirin bi pêşveçûnên şervanan didome.

Li gorî nûçeya ANHA’yê li gundê Baxoza Jorîn di van kêliyan de di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî dijwar diqewime. Çeteyên DAIŞ’ê di şer de moşekên germî bikartînin. Şervanên QSD’ê sekvankî DAIŞ’ê kuştin û baregehên wan rûxandin.

Li aliyê din fermandarekî QSD'ê raghand ku di şer de 17 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. Di şer de şervanên QSD'ê 60 mayîn çeteyan bê bandor kirin.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ragihand ku di şerê li herêmê de şervanekî QSD  şehîd bû û 3 şervan jî birîndar bûne.

 

.