QSD: Di 24 saetan de 15 çete hatin kuştin

QSD’ê bîlançoya 24 saetan a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina Dêra Zorê û gundewarên wê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir.

QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya qonaxa dawî eşreke kir. QSD’ê ragihand ku nuqteyên serçeteyan hatine hedefkirin û 15 çete hatine kuştin.

QSD’ê ev agahî parve kir:

"Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê tunekirinê terorê" dewam dike.

LI BAREGEH Û TOBPAVÊJAN HATIN XISTIN

Li derdora gundê Baxoza Jorîn çeteyên DAIŞ`ê navendên ku beriya rojekê ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatibû rizgarkirin, kirin hedef. Balafirên koalîsyonê bi mûşekan jêdera topavêjinên çeteyan kirin hedef, her wiha topavêjina koalîsyonê bargehên çeteyan topbaran kir. Di encama wê de bargehên fermandariya çeteyan, cihên bicihkirina topavêjinan û panzêreke çeteyan a leşkerî hatin rûxandin.

Di pêvçûnên li vê deverê de şervanekî me şehîd bû.

Hêzên me şevê din êrîş birin ser gundê Baxozê û 5 nuqte girtin. Bi vê yekê re şer derbasî Baxozê dibe. Di şerê li vê deverê qewimî de şervanekî me birîndar bû.

DI ŞERÊ ÎRO DE 15 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di saetên sibê û piştî nîvro de li derdora El-Sûse çalakiyên leşkerî û gulebarandin bi çekên sivik hatin kirin, şervanên me pêşde çûn. Saetên ber êvarê jî di navbera hêzên me û çeteyan de şerê sîng bi sîng derket. Dîsa jî hêzên me qasî 1 km pêş ve çûn. Li ser vê yekê çetan bi hêzekî zêdetir û êrîşên întixarî û wesayîtên bombebarkirî êrîşî nûqteya şervanên me berê rizgarkiribûn kirin û di encamê de nuqteya hatibû rzgarkirin dubare kete destê çeteyan. Di encama şerê dijwar ê heta direngî şevê de hêzên me dubare nuqte rizgarkirin."

Di encamê şerê îro de, bargeha fermandariya çeteyan a li gundê Şeifa bû hedefa êrîşa hawayê ya balafiran, li vir 2 çete hatin kuştin. Li derdora Baxozê jî 13 çete hatin kuştin û nuqteke çavdêriyê ya wan hate rûxandin.