YPG: Nûçeyên ku MÎT çêdike derew in

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku nûçeya di çapemeniya Tirkiyeyê tê diyarkirin ku 9 şervanên YPG’ê ji aliyê MÎT’ê hatin, hemû derew e.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku nûçeya girtina 9 şervanên wan derew e. YPG’ê diyar ku bi vê nûçeya derew re, Tirkiye hewl dide moral bide hêzên xwe yên li Efrînê yên ku ji ber çalakiyên hêzên me di nav tirsê de dijîn.

Daxuyaniya YPG’ê wisa ye:

“Dewleta Tirk a dagirker a ku li Efrînê derbên giran ji destê şervanên me dixwe ketiye nava derew û hewldanên berovajîkirina bûyeran û agahiyên bê bingeh belav dike.

Di roja çûyî de hin dezgehên çapemeniya Tirk îddîa dikin ku 9 şervanên YPG û YPJ ji alî îstîxbarata Tirk (MIT) ve li Efrînê hatine girtin.

Ev nûçe bi temamî derew û bê bingeh e. Nûçeyên bi vî rengî bi armanca meşandina şerê taybet tên belavkirin. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi vê rêyê moralê leşker û çeteyên xwe yên ku piştî çalakiyên hêzên me derbên giran xwarin bilind bike û herwiha di raya giştî de nêrîneke ku ew her aliyê Efrînê kontrol dikin ava bike. Tê zanîn ku di demên dawî de ji ber çalakiyên şervanên me, gelek çete reviyane.

Hêjayî balkişandinê ye ku dewleta Tirk a dagirker heya niha li Efrînê gelek hemwelatiyan ji malên wan revandiye û weke endamên me nîşan daye.

Em ji raya giştî re tekez dikin ku hewldanên bi vî rengî vala û kêrnehatî ne. Ev yek wê bibe sedem ku em çalakiyên xwe yên li Efrînê hîn bilindtir bikin û li her devera Efrînê ku dagirkerî ketiyê, wan hêzan ji xwe re bikin hedef.”