Yekemîn şehîda YPJ'ê ya ji Reqayê Hêlîn Cûdî hate veşartin

Cenazeyê Hêlîn Cûdî ku yekemîn şehîda YPJ'ê ya ji Reqayê ye, doh bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Bi sedan welatiyên Reqayê ji bo veşartina cenazeyê şehîda YPJ'ê Nadra Elûsî (Hêlîn Cûdî) li ber çerxerêya Firûsya ya li rojavayê Reqayê li hev civiya. Girseya gel piştî ku cenaze wegirt bi karwanekî berê xwe da Şehîdgeha li gundê Hikûmiyê.

Şervanên YPG û YPJ'ê li goristanê merasîmeke leşkerî pêk anîn.

Piştre bi navê Meclîsa Sivîl a Reqayê endamê Meclîsa Zagonsaz Mustefa Hedad, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Şemsa Salih û bi navê Fermandariya YPJ'ê Şînda Ehmed axivîn. Qisekeran bal kişandin ser rola şehîdan a di parastina welat de.

Dayika şehîd Hêlîn Cûdî jî axivî û diyar kir û ew bi şehadeta keça xwe serbilind û keça wê ji bo azadiya welat şehîd bû.

Piştre nasnsmeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Şervanên YPJ'ê cenazeyê hevala xwe hildan ser milan û li ber qîrîna dirûşman spartin axê.