ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Welatiyên Amûdê li dijî dagirkeriyê herikîn qadan
Bi armanca protestokirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê bi hezaran kes daketin qadan. -
Li Reqayê cenazeyê du şehîdan hate veşartin
Welatiyên Reqayê cenazeyê şervanên QSD’ê Elî û Reûd bi merasîmekê li goristana şehîdan a gundê Hikûmiyê veşartin. -
Cenazeyê şervanên QSD’ê Serhed û Mezlûm hate veşartin
Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanên QSD’ê Ebdulrehman El-Hemed (Serhed) û Îbrahîm Felûh (Mezlûm) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê veşartin. -
Bîlançoya 24 seatên dawî: Gundê El-Şecle hat rizgarkirin, 21 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku gundê El-Şecle hate rizgarkirin û di şerê 24 seatên dawî de 21 çete hatine kuştin. -
YPG: Li Reco û Şerayê 5 çete hatin kuştin
YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên 24-25’ê Îlonê ya li navçeya Şera û Reco yên Efrînê de bi kêmanî 5 çete hatine kuştin. -
Li Efrînê nasnameya dagirkeriyê û dagirker derkete holê
Dewleta Tirk li Efrinê li qadên ku dagir kiriye, nasname û kartên endamtiyê yên bi alayên Tirk da 'karmend' û 'sîxûrên' xwe. -
Li Hecinê gundê El Şecle hate rizgarkirin
Şervanên QSD’ê li bajarokê Hecînê gundê El Şecleyê ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin. -
Hêzên rejîmê bi sedan çeteyên DAÎŞ'ê anîn Idlibê
Hate gotin rejîma Sûriyê ji 400'î zêdetir endamên çeteyên DAÎŞ'ê yên Dêrazorê birin Idlibê ya ku operasyona li ser hate taloqkirin. -
Cenazeyê du şehîdan li Dêrikê hatin veşartin
Welatiyên Dêrikê cenazeyê şervanên Hêza Erka Xweparastinê Emîr Sefo û DiYar Yûsif bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Egîd Kobanê hate veşartin
Welatiyên Kobanê cenazeyê şervanê YPG’ê Egîd Xelîl bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin. -
QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. -
YPG: 2 çeteyên Ehrar El Şerqiye û Feylaq Şam hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku li navçeyên Rac û Cindirês ên Efrînê li dijî komên çeteyên Herar El-Şeriye û Feylaq Şam çalakî hatine kirin, 2 çete hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne. -
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxwe Hebîb hate veşartin
Welatiyên herêma El-Kerama cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxwe Hebîb El-Cilid bi merasîmekê li Goristana Şehîd Sêvdar veşartin. -
QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî eşkere kir: 11 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî eşkere kir. QSD’ê ragihand ku 11 çete hatine kuştin. -
Li gundê Şecîl yê Hecînê şerekî dijwar diqewime
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ragihand ku di van kêliyan de li gundê Şecîl yê Hecînê di navbera şervanên wan û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. QSD'ê diyar kir heta niha 5 çete hatine kuştin. -
Li Hecînê 5 çete hatin kuştin
Balafirên Koalîsyona Navnetewî li gundê El Şecîl yê Hecînê baregeha çeteyên DAIŞ’ê kir hedef û 5 çete hatin kuştin. -
Ajanekî 'bi tecrûbe' yê MÎT'ê li Babê hate kuştin
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku 'ajanekî xwedî tecrûbe' yê li Babê ji dewleta Tirk re dixebitî hatiye cezakirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ajanê navborî li Efrînê cihê xwe di êrîşa dijî sivîlan de jî girtibû. -
'Ji nêrînên Ocalan ditirsin, lewma wî tecrîd dikin'
Muhyeddîn Suleyman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nêz ve dît û ew nas kir got, "Dijmin ji nêrînên wî ditirse. Lê dereng ma. Nêrînên Rêbertî bû malê gel û mirovahiyê." -
Çeteyên dewleta Tirk bi moşekan Heleb bomberdûman kirin
Çeteyên girêdayî artêşa Tirk dagirker, taxên Cemiyet El-Zehraû Nîl ên Helebê bi moşekan bomberdûman kirin. -
Dewleta Tirk dest datînin ser zeytûnên Efrînê
Dewleta Tirk a Efrîn dagirkirin û talankirina x we didomîne, wê bi rêya li Cindirêsê re vekirî zeytûnên Efrînê derbasî Hatayê bike, xwe amade dike ku derbasî Ewropayê bike. -
QSD: Di 24 saetên dawî de 26 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku 26 çete hatine kuştin û balafireke çeteyan li El-Baxoz xistine xwarê. -
Ji bo hevkarên li Efrînê hişyarî: Roja hesabpirsîna we hatiye!
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê kesên ku li Efrînê bi dagirkeran re hevkariyê dikin hişyar kir û diyar kir ku wê hesab ji dagirkeran were pirsîn. -
YPG: Li Efrînê 10 dagirker hatin kuştin
Şervanên YPG'ê di navbera 19-21'ê Îlonê de li navend û sê navçeyên Efrînê li hêzên dagirker dan. 10 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin. -
QSD: Boxaza Jorî bi temamî hate rizgarkirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand di nava 24 saetên dawî de gundê Boxaza Jorî hatiye rizgarkirin û gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin. -
Li Serêkaniyê cenazeyê El Elî û Birahîm spartin axê
Bi tevlîbûna sedan welatiyên herêma Serêkaniyê û Zirganê cenazeyê endamê Yekîneyên Disiplîna Leşkerî ya Beşar El-Elî (Çekdar Serêkaniyê)û şervanê QSD’ê Mihemed Birahîm (Xemgîn Serêkaniyê) li Goristana Şehîdan a Serêkaniyê spartin axê.