Çeteyên dagirker ên li Efrînê bi operasyonên taybet tên kuştin

Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê ragihand ku li navçeya Bilbilê ya Efrînê çeteyekî Feyleq El Şam ê dewleta Tirk hatiye kuştin. Di nava hefteyekê de herî kêm sê çete bi operasyonên taybet hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê, çeteyekî Feyleq El Şam ê dewleta Tirk roja 12'ê Îlonê li gundê Xilalkayê hate kuştin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Şervanên me 12'ê Îlona 2018'an li gundê Xilalka yê navçeya Bilbilê li dijî çeteyekî Feyleq El Şamê çalakiyek pêk anîn.

Çeteyê ku ji aliyê şervanên me ve hate kuştin, tevlî êrîşên li ser Efrînê bûbû û destê wî di koçberkirina şêniyên me de hebû. Ji ber wê ji aliyê şervanên me ve bû hedef û cezayê xwe stand. Hemû çeteyên ku tevlî êrîşên li ser Efrînê bûne wê ji şervanên me re bibin hedef.

Em wek Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê tekez dikin ku şervanên me li hemû herêmên Efrînê û gundewarên wê ne. Em erka xwe li pêşberî parastina ax û gelê xwe pêk tînin û hesab ji çeteyan dixwazin. Çalakiyên şervanên me wê zêde bibin."

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Xezeba Zeytûnê 11'ê Îlonê li ser rêya Racoyê li dijî çeteyê El Cebhe El Şamiye Amîr El Qetî çalakiyek kiribûn û di encamê de çete Amîr El Qetî hatibû kuştin.

6'ê Îlonê jî li ser rêya Efrîn-Cindirêsê di çalakiyekê de çeteyê Fayiz Salih El Tahe yê El Cebhe El Şamiye hatibû kuştin.