BI DÎMEN

Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 679’an de ye

Endamên Meclisa Gelê Kurd a Baselê Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê dewr girtin û bang li saziyên Ewropî kirin ku berpirsiyariyên xwe bicîh bînin. 

Nobeta Azadiyê ya li Strasbourg a Fransayê herêma ku saziyên wekî Konseya Ewropayê, CPT û DMME lê ne tê lidarxistin, di hefteya xwe ya 679’an de berdewam dike.

Çalakî her hefte ji aliyê komeke cuda ve dewr tê girtin û daxwaza bidawîkirina tecrîdê û misogerkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê kirin. Çalakiya vê hefteyê ji aliyê Serhat Yildiz, Farûk Turkhan û Taylan Akdemîr ên ku ji bajarê Basel a Swîsreyê hatibûn ve hat dewrgirtin.

Serhat Yildiz li ser navê komê axivî. Yildiz Rêber Apo û gelê Kurd silav kir û diyar kir ku ew êdî tehemulî şert û mercên tecrîdê nakin. Yildiz ev tişt anî ziman: "Em azadiya Rêbertiya xwe dixwazin. Em bang li saziyên demokratîk ên li Ewropayê dikin: CPT li ber me ye, Konseya Ewropayê, Parlamentoya Ewropayê û DMME li pişt me ne. Divê her kes bi erka xwe bicîh bînin."

Yildiz bi gotina, "Îro Rojhilata Navîn bûye cihê agir" bal kişand ser pevçûnên li Rojhilata Navîn û anî ziman ku ew ne aliyê vî şerî ne. Yildiz diyar kir ku ew rêbaza "Rêya Sêyemîn" a Rêber Apo dimeşînin û destnîşan kir ku ew pergala jiyana wekhev û azad dipejirînin.

Yildiz destnîşan kir ku azadiya gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî gelê Kurd bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye û bi bîr xist ku ew bi vê baweriyê nobedê didomînin. Yildiz bang li gelê Kurd kir ku bi awayekî xurttir beşdarî pêvajoya ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin bibin.