Li Qamişlo cenazeyê 4 şehîdan hatin veşartin

Cenazeyê 4 şervanên YPJ’ê û QSD’ê yên şehîd bibûn li Qamişlo bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervana YPJ'ê Razya Koça (Bêrîtan Nûda), Xewla Îbrahîm (Jiyan Qamişlo) yên di 11'ê Îlonê de li Tebqayê dema erka xwe pêk danîn, şervanên QSD'ê Mihemed El-Şêx Hesen (Cewad) û Îmad Ziyad (Demhat Qendîl) yên ku 10'ê Îlonê di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn ji avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan ve bi rê ketin.

Kerwanê merasîma cenazeyan li goristanê ji aliyê sedan kesî ve di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate pêşwazîkirin.

Li goristanê merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Îbrahîm Îsam axivî û got: "Şehadeta van lehengan ji bo me serbilindiye.”

Li ser navê YPJ'ê Zagros Qamişlo jî di merasîmê de axivî û ev tişt got: "Her şehadetek hevalên me hêz û moralê dide me. Xewna her çar hevalên me rizgarkirina Efrînê bû, li pêşberî cenazeyên wan em soz didin ku em ê heta dawî şerê çeteyan bikin, çawa me Reqa, Tebqa û Minbic rizgar kirin, em ê Efrîn jî ji dagirkeran rizgar bikin û xewna hevalên xwe bi cih bînin.”

Piştî axaftinan, nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şervanan bi dirûşman hatin veşartin.