Gundên Duhokê 48 caran hatin bombebarankirin

Dewleta Tirk a dagirker herêmên Metîna û gundên Amêdiyê yên Duhokê bombebaran kir. CPT ragihand ku îro 48 caran hate bombebarankirin.

Endamê Rêxistina CPT ya Emerîkî Kameran Osman îşev ragihand ku ku îro ji serê sibehê ve gundên Mijê, Kevne Mijê, Spîndarê yên devera Ber Garê û pişt gundên Guherzê, Belave yên devera Nihêlê ya Metîna ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya Duhokê 48 caran ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine topbarankirin.

Kameran Osman eşkere kir ku di nava 12 rojên borî de, di nava 12 rojên borî de êrîşên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi awayek ber çav kêm bûbûn, lêbelê îro bi topbarankirina gundên navçeya Amêdiyê, artêşa Tirk dîsa dest bi anîna leşkeran kiriye û êrîşên xwe zêde kirine.