Endamê Hêzên Asayişê Mihemed Masûm Til Temir hate veşartin

Edanmê Hêzên Asayişê yê Til Temirê Mihemed Masûm, li goristana Til Temirê bi merasîmekê hate veşartin.


Endamê Hêzên Asayişê yê Til Temirê Mihemed Masûm ku bi nexweşiyekê şehîd bûbû, bi tevlêbûna gelê Zirgan û Serêkaniyê bi merasîmekê hate veşartin.

Ji rêveberê Hêzên Asayişê Selman Nûhî,  Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan ên Serêkaniyê Şêxa Xelîl û birayê şehîd Elî Masûm li merasîmê hazir bûn û her yekê axaftinek kirin.

Piştî axaftinan belgeya şehîdbûnê ya Şehîd Masûm hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Merasîm piştî ku cenazeyê şehîd bi dirûşm û lîlandinan hate veşartin bi dawî bû.