YPG’ê nasnameya 4 şervanên xwe eşker kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya 4 şervanên xwe yên di navbera dîroka 11-12’ê Îlonê de şehîd bibûn eşkere kir.

Agahiyên têkildarî nasnameya şervanên şehîd ên YPG’ê li ser malpera xwe ya fermî parve kir.

YPG’ê ev agahî da: “11’ê Îlonê li herêma Tebqayê 3 hevrêyên me yê jin dema li ser erka xwe bi di encmama qezayekê de şehîd bûn. Nasnamaya hevrêyên me wiha ne:

Nasnav: Berîtan Nûda

Nav û Paşnav: Raziye Keçaronî

Navê Dayikê: Kubar

Navê Bav: Yusif

Cihê Jidayikbûnê: Mehlemî / Rojhilat

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa / 11 Îlona 2018

***

Nasnav: Hêlîn Cudî

Nav û Paşnav: Nadra Elûsî

Navê Dayikê: Xelfa

Navê Bav: Mehmûd

Cihê Jidayikbûnê: Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa / 11 Îlona 2018

***

Nasnav: Jiyan Qamişlo

Nav û Paşnav: Xewla Ibrahîm

Navê Dayikê: Bedriye

Navê Bav: Hemîd

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa / 11 Îlon 2018

hevrêyê me Serhed Baran ku li herêma Dêrikê kar û xebat dida meşandin, di encama nexweşiya penceşêrê de gihaştiye şehadetê. Nasnameya hevrêyê me wiha ye:

Nasnav: Serhed Baran

Nav û Paşnav: Mehmet Alkan

Navê Dayikê: Qudret

Navê Bav: Şêxmus

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrik / 12 Îlon 2018

Em 3 hevrêyên xwe ku di encama qezayê de û hevrêyê me ku ji ber nexweşiyê gihaştine asta şehadetê, bi rêzdarî bibîr tînin. Em di serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdan re û gelê me yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku xeyalên azadiyê yên şehîdên me yên nîvçemayî dê bi serkeftinê tacîdar bikin.”