ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Hejmara mirovên ji Îdlibê direvin zêde dibe
Amadekariyên rejîma Sûriyeyê yên ji bo operasyoneke li Îdlibê ku çeteyên dewleta Tirk lê ne, dewam dikin. Hejmara mirovên ji bajêr direvin roj bi roj zêde dibe. Tê gotin ku gelek kes reviyane Heleb û Efrînê. -
Xezeba Zeytûnê: Serçeteyek li Efrînê hate kuştin
Li herêma Şera ya Efrînê di encama çalakiya şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê de çeteyekî Feyleq El Şam ê bi navê Ebdilletîf Ekîl hate kuştin. -
Nasnameya 2 şehîdên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hate eşkerekirin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nasnameya 2 şervanên xwe eşkere kir yên ku di encama teqîna duh ya li ser rêya di navbera herêma Cizîr û Minbicê de şehîd bûbûn. -
Çeteyên DAÎŞ'ê bi nav û nîşana Tirkan li Efrînê bi cih bûne
Dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ'ê bi rêxistin kiriye û bi nasname û unîformayên cuda li Efrîn û Şehbayê bi kar tîne. Gelek çeteyên DAÎŞ'ê bi navê OSO li Efrînê ne. -
YPG: Li Efrînê 4 çeteyên Lîwa el Şîmal hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê diyar kir ku di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şervanên wan li Efrînê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê çalakî kirin. Li gorî daxuyaniyê 4 çete hatin kuştin. -
Li Cerablûsa dagirkirî teqînek pêk hat
Li Cerablûsê ku dewleta Tirk kinc û navê çeteyên DAÎŞ'ê yên li wir guherand û herêm dagir kir, teqînek pêk hat. Ji ber teqînê 6 kes birîndar bûn. -
KENY wê bi rojeva Îdlibê bicive
Bala tevhiya cîhanê li ser êrîşa li dijî Îdlibê ye. Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) wê roja Înê li ser Îdlibê bicive. -
DYA: Eger li Îdlibê çeka kîmyewî bê bikaranîn, wê bersiv bê dayin
Qesra Spî li ser Îdlibê daxuyaniyek da û got, "Eger Esad careke din çeka kîmyewî bi kar bîne, DYA û hevalbendên wê wê bi lezgînî û di cih de bersivê bidin." -
Cenazeyê 3 şehîdan li Kobanê spartin axê
Bi tevlîbûna sedan kesî cenazeyê 3 şervanên YPG, YPJ û QSD’ê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle spartin axê. -
Rûsya: Artêşa Sûriyeyê xwe ji bo Îdlibê amade dike
Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov diyar kir ku artêşa Sûriyeyê amadekariyan dike ku pirsgirêka 'terorîzmê' ya li herêma Îdlibê çareser bike. -
Li Efrînê serçeteyekî DAIŞ'ê hate girtin
Yek ji serçeteyên DAÎŞ'ê Adil Mûsa Ebdilcezar bi operasyoneke taybet a hêzên YPG'ê li Efrînê hate girtin. -
Li Efrînê yek jê serçete 15 dagirker hatin kuştin
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku hêzên wan di 3’ê Îlonê de hin rêzeçalakî li dar xistine û Fermandarê Tûgaya 23’emîn Ahmed Semîr Brîer jî di nav de 15 çete hatine kuştin. -
Li Efrînê rêze çalakî: Gelek leşker û çete hatin kuştin
Şervanên YPG/YPJ'ê di qonaxa duyemîn a Berxwedana serdemê de li Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete hin çalakî kirin. Di çalakiyan de gelek leşker û çete hatin kuştin. -
Çeteyên Tirk li Efrînê 2 birayên Êzidî revandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê du birayên Êzidî revandin. Xizmên her du birayên hatibûn revandin beriya niha ji aliyê çeteyan ve hatibû qetilkirin. -
Çete malbatên xwe digirin û ji Efrînê direvin
Piştî çalakiyên bi bandor ên şervanên YPG/YPJ’ê û Zexeba Zeytûnê yên li Efrîn û şûnde, bi dehan çete malbatên xwe digirin û direvin Tirkiyeyê. -
YPG: Di meha Tebaxê de 57 çete û leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê encama şer û berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê ya meha Tebaxê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê eşkere kir. YPG’ê ragihand ku di meha Tebaxê de 57 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin. -
Li Efrînê 2 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, li navçeya Raco ya Efrînê di çalakiya 31'ê Tebaxê de 2 çete hatine kuştin. -
Li Sûriyeyê bombe li hêzên nêzî rejîmê hate barandin
Li nêzî El Tanafê ya ku li Başûrê Sûriyeyê ye, li dijî konvoyeke hêzên nêzî rejîmê bomberdûmanek hate kirin û 8 şervan mirin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Baqî Caro hate veşartin
Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Ebdulhemîd Umer (Baqî Caro) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê veşartin. -
Li Reqayê teqîn
Li bajarê Reqa yê Bakurê Sûriyeyê ji ber teqînekê hin welatî birîndar bûn. -
Li Şamê teqîn
Li baregeha hewayî ya El Mazze ku nêzî paytexta Sûriye Şamê ye, yek ji depoyên cebilxaneyê teqiya. -
Li Efrîn wesayîteke bombebarkirî teqiya
Di ketina Efrînê de wesayîtek bombebarkirî teqiya. -
Di roja aştiyê ya cîhanê de banga azadiya Ocalan
Di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk li Şehbayê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. -
Li Ezazê di hevdîtina MÎT û çeteyan de teqînek pêk hat
Hate ragihandin ku li bajarê Ezazê yê Bakurê Sûriyeyê dema ku rayedarên MÎT’ê û çeteyên dewleta Tirk li hev civiyabûn, teqînek pêk hat. -
Li Ezazê teqîn, kuştî û birîndar hene
Hate ragihandin ku li bajarê Ezazê wesayîteke bombeyî hate teqandin. Di teqînê de kuştî û birîndar hene.