Pirtûka Sosyolojiya Azadiyê li Rosarioyê hate nasandin
Bi pêşengiya Tevgera xwecihî ya gel Poder Popular û hîndekarên Zanîngeha Neteweyî ya Rosario (UNR) li Sendîqaya Lêkolînê pirtûka Sosyolojiya Azadiyê ya Rêber Apo hate nasandin.
Bi pêşengiya Tevgera xwecihî ya gel Poder Popular û hîndekarên Zanîngeha Neteweyî ya Rosario (UNR) li Sendîqaya Lêkolînê pirtûka Sosyolojiya Azadiyê ya Rêber Apo hate nasandin.
Li bajarê Rosario ya Arjantînê di çalakiya bi boneya 97emîn salvegera jidayikbûna Ernesto Che Guevara hat lidarxistin de pirtûka Sosyolojiya Azadiyê (Sociología de la Libertad) a Rêber Apo hate nasandin.
Danasîn ji aliyê Tevgera xwecihî ya gel Poder Popular û hîndekarên Zanîngeha Neteweyî ya Rosario (UNR) li Sendîqaya Lêkolînê hate lidarxistin. endamên Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Apo jî beşdarî danasînê bûn. Di danasînê de rêgezên bingehîn ên paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk hatin parvekirin.
Gelek akademîsyen û çalakvan beşdarî danasînê bûn. Di danasînê de, li ser mijarên wekî demokrasiya rasterast, azadiya jinan, ekolojî û xweseriya gelan nîqaş hatin kirin.
Piştî pêşkêşkirinê, di çarçoveya beşdariyên teorîk û pratîkî yên felsefeya azadiyê ya Rêber Ap de diyaloga kolektîf hate lidarxistin. Endamên organîzasyonê tecrubeyên xwe yên têkoşînê, raman û pêşniyarên xwe parve kirin.
Di danasînê de girîngiya ramana şoreşgerî ya Che Guevara hate dubarekirin. Rexneyên wî yên li ser pergala kapîtalîst, helwesta wî ya enternasyonalîst û girêdana wî ya şoreşê û modela demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya li Kurdistanê pêşketiye hatin vegotin.
Tê plankirin ku danasîna pirtûka Sosyolojiya Azadiyê di rojên pêş de li bajarên Cordoba, Villa Guardini û La Plata yên Arjantînê bidomin.