ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
YPG: Di meha Îlonê de 74 çete û leşkerên Tirk hatine kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya çalakî, êrîş û hejmara leşker û çeteyên Tirk hatin kuştin eşker kir. -
QSD: 6 çeteyên DAÎŞ’î hatin girtin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di çarçoveya Pêngava Dawî ya Bagera Cizîrê ya ‘Tinekirina Şerê Terorê’ ku li bejahiya Dêra Zorê dabûn destpêkirin de 1 jê jin 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatine girtin. -
Bagera Cizîrê: Li gundê Sefafnê şer dijwar e
Di navbera şervanên QSD’ê yên di çarçoveya Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya li bajahiya Dêra Zorê bi pêş ve diçin û çeteyên DAÎŞ’ê de li gundê Sefafnê şerê dijwar rûdidin. -
Li Efrînê leşkerek hate kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku 30’ê Îlonê li Raco dijî leşerên artêşa Tirk û çeteyên wê çalakiyeke ya sekvaniyê hatiye lidarxistin û leşkerek Tirk hatiye kuştin. -
Nasnameya sivîlên ku weke 'şervanên YPG'ê' hatibûn ragihandin, eşkere bû
ANHA’yê nasnameya sivîlên ku dewleta Tirk weke ‘şervanên YPG’ê’ ragihandibû, eşkere kir. -
Cenazeyê şervanên QSD’ê Ehmed û Ramî li Hesekê hatin veşartin
Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanên QSD’ê Ehmed El-Salih û Ramî El-Menfî bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê veşartin. -
Bagera Cizîrê: Di 24 seatên dawî de 29 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku 29 çete hatine kuştin û 3 wesayîtên bombebarkirî hatine rûxandin. -
Arteşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê Êzîdiyan direvînin
Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê, li gundê Qîbarê Êzidiyên ku li zeviyan dixebitîn revandin. -
Nasnameya 7 şehîdên Kobanê û Cezaa hatin eşkerekirin
YPG’ê nasnameya 7 şervanên YPG/YPJ’ê yên meha Îlon û Tebaxa 2014’an de li Kobanê û Cezaayê şehîd bibûn eşkere kirin. -
DAIŞ û El Nûsra li Efrînê ne
Li gorî nûçeya ANHA’yê, çeteyên El Nûsra, li ser revîna çeteyên DAIŞ’ê ya li Efrînê û têkildarî dizîna hilberandina zeytûnan civiyane. -
Dagirker li Efrînê sirûştê qir dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê, çiyayên Meydankê dişewitîne. -
Pêngava Bagera Cizîrê: 49 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand di Pêngava Bagera Cizîrê de, di şerê, ‘qedandina terorê de’ 49 çeteyên DAÎŞ’ê hatine kuştin. -
Li Reqayê operasyon li dijî hucreyên DAÎŞ’ê
Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Reqayê ragihand 29’ê Îlonê li taxa Diriya operasyon birine ser hucreyên DAÎŞ’ê, 2 endamên çeteyan hatine kuştin, 5 jê jî bi saxî hatine girtin. -
Cenazeyê şehîdê Bagera Cizîrê El Hemdî spartin axê
Cenazeyê endamê Hêzên Hundirîn Salih El Hemdî yê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, li Til Koçerê bi merasîmeke girseyî spartin axê. -
YPJ: Em ê şopdarê rêya hevrê Evîn bin
Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê nasnameya şervana xwe ragihand ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de birîndar bûbû û di nexweşxeneyekî Başûrê Kurdistanê şehîd bûbû. -
Cenazeyê şervana YPJ’ê Evîn Tolhildan hate veşartin
Bi hezaran welatiyên herêma Dêrikê cenazeyê şervana YPJ’ê Evîn Tolhildan bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin. -
Şervanên QSD'ê ketin gundê El Sefaqine
Şervanên QSD’ê di çarçoveya Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Dawîkirina Şerê Terorê’ de li eniya El Sûse ketin gundê El Sefaqiye. -
YPG: Li Efrînê 3 çete hatin kuştin
Navenda Ragihadinê ya YPG’ê ragihand ku li navçeya Şera, Cindirês û Bilbilê yên Efrînê di çalakiyên şervanên wan de 3 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin. -
Li eniyên şer ên Dêra Zorê şer û jiyan!
Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Dawîkirina şerê Terorê’ bi hemû leza xwe dom dike. Şervanên YPJ’ê yên di pêngavê de cih digirin diyar kirin ku bi biryardarî bi pêş ve diçin û amade ne de ne ji bo rizgarkirina gelê Dêra Zorê şehîd bibin. -
Dewleta Tirk, gundên Bilbilê dike herêmên leşkerî
Artêşa Tirk a dagirker ji bo ku bike herêma leşkerî gundên Bilbilê yên Efrînê vala dike. -
Li Reqayê teqîn: 1 mirî, 3 birîndar
Li taxa Dîriya a Reqayê teqînek pêk hat û di encama teqînê de sivîlek mir, 3 sivîl jî birîndar bûn. -
YPG: Çeteyê Ehrar Şerqiye û leşkerekî Tirk hatine kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê ragihand ku di çalakiyên 25-26’ê Îlonê yên li navçeya Reco ya Efrîn û navenda Efrînê de çeteyekî Ehrar Şerqiye û leşkerekî artêşa Tirk hatiye kuştin. -
Li Idlibê çeteyên HTŞ'ê û Nureddîn Zengî bi hev ketin
Li Idlibê di navbeyna Heyet Tahrîr el-Şam û çeteyên Nureddîn Zengî de, ku yek ji pêkhateya 'Eniya Rizgariya Netewî' ye û di bin nîrê Tirkiyê de ye, şer derket. -
Li Girê Spî cenazeyê şervanê QSD’ê Salih hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Salih ê dema li ser erka xwe bû şehîd bû, li Girê Spî li Şehîdgeha Şehîd Mehmûde bi merasîmekê hate veşartin. -
Cenazeyê 3 şervanên QSD’ê bi merasîmekê spartin axê
Bi tevlîbû sedan welatiyên Dêra Zorê cenazyê 3 şervanên QSD’ê yên di qonaxa dawî ya tinekirina terorê ya Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen a Herêma El-Bisîrayê spartin axê.