BI DÎMEN

DEM Partî: Wezîfeya me ya sereke divê avakirina komîsyona li meclîsê be

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser banga dîrokî ya Rêber Apo û got, "Wezîfeya me ya sereke divê avakirina komîsyona li meclîsê be."

Serokwekîlê Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ay Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê axivî. Temellî di serî de bal kişand ser şerê Îsraîl û Îranê û banga sekinandina şer kir. Temellî got, çareseriya şer û aloziya li herêmê, civaka demokratîk û aştiya topyekûn e.

 

Temellî bi domdarî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo bi bîr xist û got: “Ev manîfestoyek e. Aştiya bi Kurdan re ya li Tirkiyeyê wê bandorê li aştiya herêmê jî bike. Heke meseleya Kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin, heke aştiyeke mayinde were avakirin, ev yek girêdayî rewşa li vir e. Rizgariya gelên Filistînê jî ya gelên din jî ji vir derbas dibe. Nexwe bi rejîmên otorîret ên weke Îran û Îsraîlê nabe. Tirkiyeyê demekê dirêj di polîtîkaya derve de xeletî kir û xuyaye ku rîsk mezin bûne. Tekane hêza me ya li dijî van rîskan jî aştî ye, Tirkiyeya demokratîk û civaka demokratîk e. Em careke din bang li gelên Tirkiye û gelên wê dikin; werin piştgiriyê bidin vê banga civaka demokratîk û têkoşîna aştiya mayinde.”

Bi domdarî Temellî bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û anî ziman ku divê Meclis di vê mijarê de rol bigire. Temellî got: “Birêz Ocalan di 27’ê Sibatê de bang kir û PKK’ê di 12’ê Gulanê de xwe fesix kir û çek berda. Lê piştre tiştek neguherî. Ji bo gavên piştre bên avêtin, êdî dema wê ye ku înîsiyatîfê li xwe bigirin û gavan biavêjin. Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş got ku dê înîsiyatîfê li xwe bigire. Divê tavilê bikeve nava tevgerê û divê ji bo çareseriya meseleyê komîsyona meclisê bikeve meriyetê. Hema hema temamiya partiyên li Meclisê vê komîsyonê erênî dibînin. Wê demê divê em gel hev û komîsyona ku dê weke navnîşan were nîşandan, bikeve meriyetê. Ev, peywira me ya esasî ye. Ya dikeve ser milê me jî avêtina vê gavê ye.”

Temellî, got ku çareseriya pirsgirêka Kurd dê bandorê li Rojhilata Navîn jî bike û pêşî li Îsraîlê jî were girtin. Temellî, bi lêv kir ku divê Meclis êdî gavan biavêje û bang li Kurtulmuş kir ku tavilê xebatan bide destpêkirin, wan vexwîne û komîsyoneke ku ji hêla her kesî vê tê qebûlkirin ava bike.

Bi domdarî Temellî bertek nîşanî neberdana girtiyên siyasî û nexweş da û got: “Em li vir qala aştiya civakî dikin, em qala avêtina gavan dikin lê li kiriyarên li girtîgehan binêrin. Li sepanên îdareyên girtîgehên Bolu û Karabukê binêrin. Rêbazên îşkenceyê û xespkirina mafan li wir di meriyetê de ne. Midûrên van girtîgehan ne wezîran guhdar dikin, ne serokkomar ne jî tu rayedaran. Li gorî serê xwe tevdigerin. Her cureyên îşkencekirinê ji xwe re maf dibînin.” 

Temellî, di berdewamê de bal kişand ser krîza aborî û got ku bi rêya zem û bacan dahata xizanan tê dizîn. Temellî, got: “Ez li vir giliyê serokê TUÎK’ê dikim. Bi destê TUÎK’ê dizî tê kirin û serokê TUÎK’ê hêj vî sûcî dike.” Temellî, bi lêv kir ku tekane hêza li dijî pergala şêlandin û diziyê, têkoşîna rêxistinkirî ye.

Temellî, piştre jî pirsên rojnamegeran bersivand. Temellî, da zanîn ku Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ji bo serdana Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglû serî li Wezareta Dadê dane û dixwazin di roja pêncşemê de biçin serdanê. Temellî, got ku bersiv hêj nehatiye dayin.