Li Reqayê cenazeyê du şehîdan hate veşartin
Welatiyên Reqayê cenazeyê şervanên QSD’ê Elî û Reûd bi merasîmekê li goristana şehîdan a gundê Hikûmiyê veşartin.
Welatiyên Reqayê cenazeyê şervanên QSD’ê Elî û Reûd bi merasîmekê li goristana şehîdan a gundê Hikûmiyê veşartin.
Bi sedan welatiyên herêma Reqayê cenazeyên şervanê QSD’ê Elî El-Elî û Hisên El-Nûman (Reûd) li Reqayê şehîd bûbûn, wergirtin û bi karwanekî sedan wesayîtan berbi Goristana Şehîdan a gundê Hİkûmiyê ve ketin rê.
Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û piştre şervanan merasîmek leşkerî lidarxist. Li ser navê QSD’ê Feysel Ebû Ezîz û rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan Hela El-Hesen axivîn.
Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û hate gotin ku rizgarkirina herêmê ji çeteyan û ewlekariya pêk hatiye berhemên xwîna şehîdan e. Di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.
Piştre wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Cenazeyê herdu şehîdan bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.