Li Serêkaniyê cenazeyê El Elî û Birahîm spartin axê

Bi tevlîbûna sedan welatiyên herêma Serêkaniyê û Zirganê cenazeyê endamê Yekîneyên Disiplîna Leşkerî ya Beşar El-Elî (Çekdar Serêkaniyê)û şervanê QSD’ê Mihemed Birahîm (Xemgîn Serêkaniyê) li Goristana Şehîdan a Serêkaniyê spartin axê.

Bi sedan welatiyên herêma Serêkaniyê û Zirganê cenazeyê endamê Yekîneyên Disiplîna Leşkerî Beşar El-ELî (Çekdar Serêniyê) ku bi nexweşiya Penceşêrê 9`ê Îlona 2018‘an û şervanê QSD `ê Mihemed Birahîm (Xemgîn Serêkaniyê) ku di 18`ê îlona 2018‘an de li Dêre Zorê şehîd bûbûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Serêkaniyê spartin axê.

Girseyê cenazeyên şehîdan ji Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê wergirtin û bi karwaneke bi dehan wesayîtî pêk dihat berê xwe da Goristana Şehîdan a Serêkaniyê. Li goristanê bi deqeyek rêzgirtinê merasîm destpê kir.

Di merasîmê de li ser Meclisa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Şêrîn Şêxê axîvî . Şêrîn got: “Em ji tevahiya gelê xwe re dibêjin, em bi îradeya xwe ya polat û ruhê fedekarî parastina destkeftiyên şehîdan didomînin. Em soz didin şehîdan ku em ê tola wan li erdê nehêlin û xeta wan bişopînin heta armancên wan bi cih bînin.”

Her wiha ji fermandarên YPG`ê Azad Welat jî soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê da û got, ji bo jiyaneke azad û bi rûmet berdêlên giran hatin dayîn, li ser vê yekê pêwîst e ev berdêl werin parastin û xwedî li nirxên şehîdan were derketin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîdan bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ ve spartin axê.