Cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxwe Hebîb hate veşartin

Welatiyên herêma El-Kerama cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxwe Hebîb El-Cilid bi merasîmekê li Goristana Şehîd Sêvdar veşartin.

Bi sedan welatiyên herêma El-Kerema a Reqayê cenazeyê  endamê Hêzên Ewlehiya Navxwe Hebîb El-Cilid ku dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû, bi merasîmekê li goristana Şehîd Sêvdar a gundê Cedîda yê rojhilatê herêma Kerama veşartin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hat lidarxsitin. Piaştre li ser navê Hêzên Ewlehiya Navxwe a Keramayê Mihemed El-Bercis axivî. Mihemed sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Keramayê Ehmed El-Meter jî sersaxî ji malbata şehîd Hebîb re xwest û got ew ê xwedî li cangoriyên azadiyê derbikevin.

Piştre wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxwe Hebîb El-Cilid bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.