'Ji nêrînên Ocalan ditirsin, lewma wî tecrîd dikin'

Muhyeddîn Suleyman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nêz ve dît û ew nas kir got, "Dijmin ji nêrînên wî ditirse. Lê dereng ma. Nêrînên Rêbertî bû malê gel û mirovahiyê."

Bavê 2 şehîdan Muhiyeddîn Suleyman qala bîranînên xwe yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir û tecrîda giran bi tundî şermezar kir. Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan Suleyman got, "Bi saya Rêber Apo em hîn bûn ku em Kurd in. Berê dema ku ji me re digotin 'hûn Kurd in' hem em ditirsiyan, hem jî em li ber xwe diketin.

Sala 1991'ê dema ku me Tevgera Azadiyê û Rêbertî nas kir, mejî û cîhana me guherî. Gelek kadroyên Tevgera Azadiyê ya Kurd li mala me perwerde dîtin. Piştî ku me nêrînên Rêber Apo nas kir, bi dil û can me dest bi kar kir. Zextên rejîmê nikarîbûn bi me."

'ME 3 ŞERVAN DAN RÊBERÊ XWE, EM PÊ SERBILIND IN'

2 kurên Muhyeddîn Suleyman ên salên 1991-92'an tevlî nava refên Tevgera Azadiyê bûn şehîd ketin. Biraziyekî wî jî li zindanên dewleta Tirk hate qetilkirin. Suleyman got, "Kurê min Rustem (Xeyreddîn) sala 1997'an li Avaşînê, Siyamend (Nisreddîn) jî sala 1995'an li Şikefta Birîndaran şehîd bû. Biraziyê min sala 1994'an ji aliyê dewleta Tirk ve hate girtin û piştî ku 11 mehan li zindana Amedê ma şehîd xistin. Zarokên me gelekî serbilind bûn ji ber ku şervanên Rêbertî û gelê me bûn."

Suleyman sala 1994'an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît û qala wê rojê kir: "Ez ji kar hatibûm. Hevalan gotin, 'Em diçin dîtina Rêbertî, tu jî were'. Ji ber coş û kelecanê min nizanîbû ez ê çi bikim. Hevsera min berî min bi du carna çûbû. Lê min ê cara yekê bidîta.

Em bi kesên ji Qamişlo, Hesekê û Ewropayê hatibûn çûn Şamê. Sekna wî gelekî cuda bû. Civînek bi me re lidar xist. Di civînê de yek bi yek ji me pirsî bê em ji ku ne, çend şoreşger ji mala me derketiye û ji kengî ve welatparêz in? Min jê re got ku em bi eslê xwe ji navçeya Misric a Sêrtê ne, lê ji Tirbespiyê hatine... Ji min re got, 'Wê dem were, em ê bibin pariyê di devê şêr de. Wê dem were, hebûna me wê bê nîqaşkirin. Hinekê bêje Kurd heye, hinekê bêje nîne. Demeke welê wê were, ciwanên me wê barê me jî hilgirin'. Bi rastî jî mîna ewliyayekî axivîbû."

YA KU NEPÊKAN BÛ LI ROJAVA PÊK HAT

Muhyeddîn Suleyman destnîşan kir ku bi nêrînên Ocalan re ya ku 'nepêkan' bû li Rojava pêk hat û got, "Em Kurd berê ji xwe ne bawer bûn û me ji xwe fedî dikir. Nêrînên serdestên Tirk û Ereb li ser me dihatin ferzkirin. Bi nêrÎna Rêbertî re em hîn bûn ku hemû ol û gel xwedî wateyekê ne. Bi nêrînên Rêbertî re, bi Şoreşa Rojava re Kurd, Ereb, Suryanî, Ermenî hîn bûn ku ji hev hez bikin û bi hev re bijîn."

'EM Ê LI DIJÎ TECRÎDÊ LI BER XWE BIDIN'

Suleyman bi bîr xist ku Ocalan 19 sal in li Îmrlaiyê ye û 3 sal in bi ti awayî agahî jê nayê girtin. Muhyeddîn Suleyman got, "Em îro pê hesiyan ku di nava vê êşkenceyê de jî ceza lê birîne. Di şexsê Rêbertî de vê zilmê li Kurdan dikin. Erdogan ê zalim ku namerdiyeke wiha dike, dikare her tiştî li Kurdan bike. Ji xwe me li Efrînê dît bê çi dike.

Em ê her tim bi Rêberê xwe re bin. Em ê bi nêrînên wî têkoşîna xwe geş bikin. Dijmin ji xwe ji nêrînên wî ditirse. Lê dereng ma. Nêrînên Rêbertî êdî bûye malê gel, malê mirovahiyê. Em ê bi dil û can li dijî tecrîdê li ber xwe bidin. Bang li tevahiya gelê Kurd dikim; em nîşanî dost û dijmin bidin ku em gelê Rêberê xwe ne û destên dirêjî wî dibin bişikînin."