Li gundê Şecîl yê Hecînê şerekî dijwar diqewime

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ragihand ku di van kêliyan de li gundê Şecîl yê Hecînê di navbera şervanên wan û çeteyên DAÎŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. QSD'ê diyar kir heta niha 5 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li gundê Seçîl yê Hecînê şerekî dijwar di navbera şervanên wan û çeteyên DAÎŞ'ê de diqewime. 

QSD'ê diyar kir ku pêşveçûna şervanan ya li herêmê didome û di şerê heta niha de 5 çete hatine kuştin.

Hecîn yek ji navenda herî mezin a jîngehê li herêma Dêra Zorê  ku dibin dagirkeriya DAIŞ’ê de ye.

Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku 11’ê Îlonê destpêkirîbû didome. Şervanên QSD’ê rojên derbasbûyî de li gundê Baxozê xeta parastinê ya DAÎŞ’ê bidest xistibû.