QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî eşkere kir: 11 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî eşkere kir. QSD’ê ragihand ku 11 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango "Şerê Tunekirina Terorê" eşkere kir. QSD’ê ragihand ku di şer de 11 çete hatine kuştin û 3 baregehên çeteyan hatine rûxandin.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

Eniya Baxoz / Gundê Şecel:

Şevê dî li vê eniyê şerê demkî qewimî, çeteyan di şer de çekên navîn bikardianîn û di heman demê de balafirên şer ên Koalîsyona Navnetewî li baregehên çeteyan dan.

Li eniya li beramberî bajarê Hecîn, di navbera hêzên me û çeteyan de şer derket. Di derbarê kuştin û birîndarên çeteyan de agahê nehatin zanîn, lê hejmareke ji wan reviyan û doçkaya 12.5 û miqdarek cebilxane li pey xwe hiştin.

Îro ji serê sibê ve pêşveçûna hêzên me ya li Baxozê dewam dike û hejmarekî nuqteyên parastinê avakirin. Di heman demê de tîmên taybet ên rakirina mayînan xebatên we dewam kirin, di vê çarçoveyê de 30 mayîn hatin  bê bandor kirin.

Tevgerekî wesayîtan a çeteyan çêbû li ser vê yekê  balafirên Koalîsya Navnetewî wesayîteke leşkerî kir hedef û di encamê de wesayît hate rûxandin. Hêzên me devereke ku doçka lê hatibû bi cihkirin hedef girtin û rûxandin.

Hêzên me xebatên lêgerînê li vê deverê didomînin, di xebatên paqijkirinê de, miqdareke çekên ferdî û cebilxane hatin desteserkirin.

Eniya Sûsa

Li eniya Sûsayê , ji şevê din heta serê vê sibê ve şerekî demkî heye.

Şevê dî, di navbera hêzên me û çeteyan de şer derket, hêzên me 1 km pêşde çûn û gelek nuqte rizgar kirin.

Tîmên taybete ên rakirina mayînan bi dehan mayîn bê bandor kirin.

Hêzên me li vê eniyê tevgera çeteyan şopand û 3 ji wan kuştin, balafirêna koalîsyonê 4 êrîş pêk anîn, tuneke çeteyan rûxandin û 8 çete kuştin.

Bîlanço:

Dirêjahiya 2 km û ferahiya 1.5 km û rûpîvana 2.7 km2 ji çeteyan hatin rizgarkirin.

Êrîşên hawayî: 6.

11 çete hatin kuştin.

3 wesayîtên leşkerî û yek doçka li ser hatin rûxandin.

34 mayîn hatin bê bandorkirin.