Cenazeyê şervanê YPG’ê Egîd Kobanê hate veşartin

Welatiyên Kobanê cenazeyê şervanê YPG’ê Egîd Xelîl bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG’ê Egîd Xelîl (Egîd Kobanê) ku dema bi erka xwe radibû şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle ya bajêr veşartin. Di merasîmê de nasnameya gerîlaya YJA-Starê Rojîn Hemê ku li Qendîlê şehîd bûbû hate eşkere  kirin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Li ser navê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen axivî, sersaxî ji malbatê re xwest û got, Egîd ne şehîdê yekem ê malbatê ye û soza geşkirina têkoşînê heta rizgarkirina tevahî xaka welat da.

Di merasîmê de her wiha endamê Meclisa Kantona  Kobanê Faris Etê jî axivî û  got: "Bi şehadeta her şehîdekî erk û peywira min zêde dibe, lewra divê em li hemberî şehadeta wan têkoşîna xwe mezin bikin û destkeftiyên bi xwîna wan hatine qezenkirin biparêzin."

Dayika şehîd Egîd Semîra Xelîl û birayê şehîd Canda Sosin  Delîl diyar kirin ku ew bi şehîdên xwe serbilindin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştre nasnameyên herdu şehîdan hate xwendin û radestî malabtan hate kirin. Cenazeyê şervanê YPG’ê Egîd Kobanê bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.