Dewleta Tirk dest datînin ser zeytûnên Efrînê

Dewleta Tirk a Efrîn dagirkirin û talankirina x we didomîne, wê bi rêya li Cindirêsê re vekirî zeytûnên Efrînê derbasî Hatayê bike, xwe amade dike ku derbasî Ewropayê bike.

Dewleta Tirk, çeteyên li Efrînê û zetûnên di destê xwe de hem dewrî ‘meclîsa’ ava kirî û hem jî ji bo avakirina ‘meclîsê’ îqna dike. Bi vî awayî zetûnên ku wê bihayê wê bike 60 milyon dolar wê bişînin Hatayê.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên piştrast hatî girtin; di navbera dewleta Tirk û çeteyên bi navê ‘OSO’ hatî binavkirin berî 10 rojan li Efrînê civînek pêk anîne. Di civînê de heyeta ku serokatiya wê serpêleke Tirk dikir, serçete jî amade bûne. Heyeta Tirk daxwaz kir ku zeytûnan radestî meclîsa ji aliyê dewleta Tirk ve hatî avakirin bikin.

Tê payîn ku îsal li Efrînê nêzî 80 hezar ton zeytûnê wê bê berhevkirin. Heyeta Tirk di civînê de daxwaz kir ku wê ji sedî 10 zeytûn li Efrînê bimîne.

PIŞTÎ HEVDÎTINÊ LIHEVKIRIN

Li ser encamên vê hevdîtinê di rojên borî de bi tevlîbûna serçete, nûnerên ‘meclîsan’MÎT û ÎHH’yê peymanek hatiye îmzekirin. Li gorî vê peymanê;

-Wê bikaranîna zeytûnên gelê ji ber dagirkeriya ji Efrînê neçar mane ku birevin wê dewrî ‘meclîsa’ ji aliyê çeteyan ve hatibû avakirin bê kirin.

-Wê endamên ‘meclîsa’ ku van zeytûnan bikar tîne, ji bo xwe ji çalakiyên şervanên YPG/YPJ û Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê biparêzin , wê çete kar bikin.

-‘Meclîs’ wê niha wê ji rêjeyeke ji sedî 10-15 beşên li Efrînê pere kom bike û wê heta 15’ê Sibata 2019’an 22 milyon bidin çeteyan.

-Wê ji gelên li Efrînê dimînin û xwedî zetûnin wê ji aliyê ‘meclîsê’ve bacê bistînin, wê çete jî alîkarî bikin.

- Ji bo kontrolkirina zetûnan jî wê komîteyek bê avakirin û ev komîte wê ji nûnerên MÎT, çete û ÎHH’yê bên avakirin.

WÊ LI CINDIRÊSÊ DERIYEK BÊ VEKIRIN

Dewleta Tirk wê li Cindirêsê ji bo zeytûnan deriyeke taybet vedike, tê plankirin ku piştre vî derî ji bo karê xwe yê bazirganiyê bikar bîne.

Zeytûnên ku li Efrînê bi rêya meclîsan li navendekê kom dikin, piştî ku şandin Tirkiyeyê wê li kargehên zeytûnan ên li Hatayê bên çareserkirin. Piştî ku li Hatayê hate çareserkirin û şûnde wê bifiroşe Ewropayê. Tenê ji vê dike hedef ku 60 milyon dolar bidest bixe.

KARGEH JÎ HATIN TALANKIRIN

Nêzî 180 kargehên zeytûnan ên li Efrînê beşek mezin ji aliyê çeteyên dewleta Tırk ve hatin talankirin, amûr û wesayîtên li nava van kargehan hatin şandina Tirkiyeyê. Yên mayîn jî bi gotina ‘Aîdî PKK’ê’ ne hatin talankirin û têkbirin.