Ji bo hevkarên li Efrînê hişyarî: Roja hesabpirsîna we hatiye!

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê kesên ku li Efrînê bi dagirkeran re hevkariyê dikin hişyar kir û diyar kir ku wê hesab ji dagirkeran were pirsîn.

 Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê sixûrên ku li Efrînê bi dewleta Tirk û çeteyên wê re kar dikin û zilmê li gel dikin hişyar kir.

‘EM Ê BI TUNDÎ HESAB BIPIRSIN’

Odeya Çalakiyan di daxuyaniyê de ev agahî par ve kir;

"Ji roja destpêkê ya çalakiyên şervanên me ve li dijî çeteyên girêdayî dewleta Tirk û leşkerên wê me xayîn hişyar kirin ku danûstandinê bi dagirkeran re nekin û kirinên xwe yên derexlaqî der heqê gelê me û axa pîroz de rawestînin.

Piştî bêtirî 80 rojan ji destpêkirina çalakiyên me, em careke din van xayînan hişyar dikin û ji wan re wiha dibêjin: Êdî ji xayîntiya we re bes e, ey kole, êdî ji xwexapandina we re bes e. Roja hesabxwestinê nêzîk bûye û hûn ê cihê xwe di qirêjiya dîrokê de bigirin. Hûn bawer dikin ku bi van xiyanetên xwe hûn ê xewna rizgariyê li ba gelê me têk bibin? An hûn bawer dikin ku hûn ê xwe ji guleyên şervanên me biparêzin, piştî ku alîkarên we nikaribin leşkerên xwe biparêzin? An hûn dibêjin agahiya me ji destdirêjiyên we tune ye? An hûn dibînin ku em ji we dûr in? Li van çeteyan binêrin ka çawa yek li pey yekî tê kuştin. Çarenûsa we ne ji ya wan baştir e û hesabê we wê dijwar be. Ji aliyekî din ve di van demên dawîn de hejmareke xayînan derketin ku dixwazin danûstandinê bi hêzên me re bikin û di heman demê de danûstandinê bi dijmin re bikin. Ev kes dixwazin bi vê yekê me bixapînin û ne pêkan e ev hewldanên wan bi ser bikevin û wê li ser destên şervanên me rastî heman çarenûsa çeteyan werin.

HIŞYARIYA ‘DEMILDEST DEV JI KIRYARÊN XWE BERDIN’

 Li ser vê, em careke din bang li van xayînan dikin ku dest ji van destdirêjiyên xwe yên qirêjî berdin. Ne pêkan e ji bilî kuştinê şervanên me danûstandina van kesan bikin. Rêya tekane li pêşiya wan ew e ku bi dagirker û çeteyan re derkevin an jî li rex wan di qirêjxaneya dîrokê de bêne binaxkirin."