Welatiyên Amûdê li dijî dagirkeriyê herikîn qadan

Bi armanca protestokirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê bi hezaran kes daketin qadan.

Bi hezaran kesên ku li Qada Şehîd Cîhad kom bûn, li gorî saeta herêmî saet 11:00’an dest bi meşê kirin.

Ji bo protestokirina dagirkeriya Tirk esnafên navçeyê jî kepeng girtin û tevlî meşê bûn.

Hêzên Elekariya Hundirîn li gle HPC/HPC-Jin jî ji bo parastina maşê tedbîrên pêwîst girtin.

Meşvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, ala TEV-DEM, Kongreya Star, YCR/YJR û çiqilên darên zeytûnê ku bûne nîşana Berxwedana Serdemê û pankartên ‘Efrîn kela berxwedanê ye’ hilgirtin.

Meşvan ber bi Navenda Ciwanên Amûdê ve dom kir. Li wir meş vegûherî mitîngê. Mitîng bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre axaftin hatin kirin.

Hevserokê Meclîsa Amûde Abdullah Ibrahîm Ehmed axivî û got:“Em Berxwedana Serdemê silav dikin û dagirkeriya dewleta Tirk jî şermezar dikin. Li dijî hemû teknîka pêşketî berxwedaneke dîrokî li Efrînê tê meşandin û nivîsandin. Vîna gelê Kurd ti carî bi teknîka pêşketî nayê şikandin. Mînaka wê jî di berxwedana Efrînê de tê xuyakirin. Dagirkeriya dewleta Tirk armanc dike ku çeteyên li Îdlibê derbasî herêma Efrînê bike. Li dijî wan planan jî hêzên navneteweyî bêdengiya xwe bi her awayî diparêzin. Berjewendiyên dewletan pêşî li mirovahiyê digirin. Divê hemû dewlet li dijî kiryarên dewleta Tirk a dagirker helwestên xwe nîşan bidin.”

Mitîng bi dirûşma ‘Efrîn Kurdistan e, ji dijmin re goristan e’, ‘Bijî berxwedana Efrînê’, ‘Her der Efrîn her der berxwedan’ bi dawî bû.