ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Çeteyên li Efrînê jî bi hev ketin
Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, komên çete yên bi navê Ehrar Şarkiye û Cephe Şamiye bi hev ketin. -
Li Ezazê şerê navxwe yê çeteyan giran bû
Li Ezazê, ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, şerê ku di nav komên çete yên bi ser du êlan ve, ku Şemiyê dest pê kiribû, girantir bû. -
YPG’ê nasnameya du şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya şervana YPJ'ê Berfîn Amed ku li Dêra Zorê şehîd bûye û nasnameya şervanê YPG'ê Şervan Cûdî ku li Amûdê di qezayekê de şehîd bûbû, ragihand. -
Çeteyên li Ezazê bi hev ketin: Zarokek hat kuştin
Li Ezazê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye, di navbera çeteyên Tirkan de şer qewimî û zarokekî di navberê de mayî jiyana xwe jidest da. -
Di 24 saetên dawî de 105 çete hatin kuştin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku di operasyona Bagera Cizîrê ya li dijî çeteyê DAÎŞ’ê li rojhilatê Çemê Firatê didomînin de nava 24 saetên dawî 105 çete hatine kuştin, 5 nûqteyên nû yên leşkerî çêkirine. -
Li Efrînê 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku li Efrînê 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker di çalakiyên şervanên wan a 11-12’ê Cotmehê de hatine kuştin. -
Dewleta Tirk êrîşî gundê Kobanê kir
Hêzên dagirker ên Tirk bi çekên giran êrîşî gundekî Kobanê yê li ser sînorê Bakurê Kurdistanê kir. -
Artêşa Sûriyê welatiyên Idlibê bi SMS'an hişyar kirin
Artêşa Sûriyê, gelê Idlibê hişyar kir ku qewlê ji bo herêmên tampon hatî diyarkirin hindik maye û welatiyên ‘Herêmên Tampon’ bi SMS’yan hişyar kirin. Komên çete hê jî ji herêmê derneketine. -
QSD: Di 24 saetan de 34 çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin
Hêzên QSD’ê yên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê didomînin ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 34 çete hatine kuştin. -
Şehîdên Çapemeniya Azad li Qamişlo hatin bîranîn
Endamên Çapemeniya Azad Hogir Mihemed, Dilîşan Îbîş û Rizgar Denîz ên sala borî dema Pêngava Bagera Cizîr a Dêra Zorê dişopandin di encama êrîşeke întixarî de şehîd bibûn li Qamişlo bi tevlîbûna gelek kes û rojnamevanna hatin bîranîn. -
YPG: Li Efrînê 3 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ragihand ku li navçeya Şiyê û Şera yên Efrînê di çalakiyên şervanên wan de 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin. -
Li Eniya Baxoz êrîşa çeteyan hate şikandin
Şervanên YPG û YPJ’ê duh li Eniya Baxoz a Dêra Zorê êrîşa çeteyan têk bir. Di encama şerekî giran de êrîş hate şkandin û wesayîta çeteyan hate rûxandin. -
QSD: Li çar eniyan 38 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku li operasyona Dêrazorê, di 24 saetên dawîn de 38 çete hatine kuştin. -
Li Efrînê derbên xurt li çeteyan hatin xistin
YPG’ê ragihand ku 9-10’ê Cotmehê li navçeyên Şiyê, Raco û Cindirêsê şervanên YPG’ê derbên xurt li çeteyê DAÎŞ’ê yên dewleta Tirk xistin. Di van çalakiyan de 4 çete hatin kuştin. -
Sê çeteyên Tirk, Elman û Kanadî hatin girtin
Navenda Ragihandina YPG’ê ragihand ku di encama operasyoneke taybet de ya Yekîneyên Antî Terorê (Y.A.T) de 3 çeteyên bi eslê xwe Tirk, Elman û Kanadayî bi saxî hatine girtin. -
Li bajarokê Sûsê şer giran e
Di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAÎŞ’ê de ku di çarçoveya qonaxa dawî ya Bagera Cizîrê de pêşve diçin li bajarokê Sûsê şer dijwar e. -
'Civaka li Rojava li dora felsefeya Ocalan bûye yek'
Ji Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Enternasyonalîst Consûela Nûnez serdana Rojava kir û got, "Min dît bê civaka li vê derê bi çi rengî li dora felsefeya Ocalan bûye yek." -
Bagera Cizîrê: Şervanên QSD’ê ketin Sûsê
Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de şervanên wan ketine bajaroka Sûsê. -
Şehîd Mervan Ebdo li Dirbêsiyê hate veşartin
Yek ji fermandarê xweparastinê Mervan Ebdo yê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, li Dirbêsiyê bi merasîmekê hate veşartin. -
Şerê Tinekirina Terorê: Di mehekê de 651 çete hatine kuştin
QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya mehekê ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ eşkere kir û diyar kir ku di mehekê de 615 çete hatine kuştin, 6 çete jî bi saxî hatine desteserkirin, dîsa li gel çek û cebilxaneyeyan. -
YPG’ê nasnameya şervanê enternasyonal ê Fransî eşkere kir
YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê enternasyonalîst ê bi navê Şahîn Qereçox (Farid Medjahed) ku eslê xwe Fransî ku 6’ê Cotmehê di Pêngava Bagera Cizîrê ya Dêra Zorê de şehîd bûye eşekere kir. -
Cenazeyê şervanên Erka Xweparastinê Reşîd û Mihêmîd hatin veşartin
Welatiyên Serêkaniyê cenazeyên şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Mecîd Reşîd û Mihêdî Mihêmîd bi merasîmekê li goristana şehîdan a bajêr veşartin. -
Li Dêra Zorê cenazeyê du şehîdan hate veşartin
Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê şervanê QSD’ê Eqdîf Bîlal û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ednan Taha El-Mehel bi merasîmekê li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen veşartin. -
QSD: Di 24 saetên dawî de 6 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku 6 çete hatine kuştin û miqtarek cebilxane ketine destê hêzên wan. -
Komploya 9’ê Cotmehê li Şehbayê hate protestokirin
Komploya 9’ê Cotmehê ya Navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her deverên Kurdistanê tê protestokirin. Kongreya Star li Şehbayê bi daxuyaniyekê komplo şermezar kir.