QSD: Di 24 saetên dawî de 26 çete hatin kuştin

 Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê ragihand ku 26 çete hatine kuştin û balafireke çeteyan li El-Baxoz xistine xwarê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îro encama şerê 24 saetên dawîn ên li devera Hecîn ragihand ku devera herî dawîn di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de li rojhilatê çemê Firatê ye.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî par ve kir;

 ENIYA EL BAXOZ

Piştî ku hêzên me karibûn bajarok ji destên çeteyan rizgar bikin, pêngava lêkolîn û paqijkirinê di hundirê bajarok û derdora wê de da destpêkirin. Tîmên taybet ên bêbandorkirina mayinan bi dehan mayîn dîtin û bê bandor kirin.

Tevgera çeteyan li vê eniyê, çeteyan xwest ber bi bajarok ve pêşve werin û di êrîşa xwe de çekên giran û navîn bi kar anîn. Çeteyan di êrîşa xwe de sekvan jî li dijî şervanên me bi kar anîn. Êrîşa çeteyan rastî berxwedana şervanên me hat û şer derket. Di encamê de sekvanekî çeteyan hate kuştin.

Çeteyan her wiha li asîmanên El-Baxoz balafirên keşfê bikaranîn. Balafira çeteyan ji aliyê şervanên me ve hate xistin.

Serê vê sibehê balafirên Koalîsyona Navneteweyî tuneleke çeteyan kir hedef û  di encamê de 3 çete hatin kuştin. Piştre heta dema amadekirina vê raporê bêdengî serwer e.

ENIYA EL SÛSÊ

Li vê eniyê heta astekê bêdengî heta şevê din serwer bû û çete bê tevger bûn. Serê vê sibehê û heta dema amadekirina vê raporê bêdengî hê jî li vê eniyê serwer e.

Encamên êrîşên hewayî û kuştiyên çeteyan li hemû eniyan.

 Bi giştî 10 êrîşên hewayî pêk hatin. 26 çete hatin kuştin û tuneleke çeteyan hate hilweşandin û xaleke parastinê ya li nêzî El-Baxoz hate rûxandin.