QSD’ê bîlançoya 24 seatên dawî eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî di 11'ê vê mehê de qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê "Şerê Tunekirina Terorê" da destpêkirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê bi daxuyaniyeke nivîskî  encama şerê 24 saetên dawîn ên li dijî DAÎŞ'ê ragihand.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

Eniya Baxoz / El-Şeclê

Li vê eniyê heta şevê dîn şer hebû. Çeteyên DAÎŞ'ê hewl da êrîşan li dijî noqteyên hêzên me pêk bînin. Şervanên me li hemberî van hewldanan derketin û êrîşên çeteyan bê bandor kirin. Fermandariya vê eniyê ragihand ku 5 çete hatine kuştin û hejmareke çekên çeteyan hatine desteserkirin.

Serê vê sibê şervanên me li derdora gundê El-Şeclê pêngava paqijkirina bermahiyên çeteyan da destpêkirin. Li gelek nuqteyan di navbera şervanên me û çeteyên DAÎŞ’ê de şer derket. Di encamê de gelek xalên di bin dagirkeriya çeteyan de hatin rizgarkirin û gelek çete li van deveran hatin kuştin.

Balafirên Koalîsyonê jî beşdarî şerê duh û îro bû. Balafiran li gelek deverên parastinê yên çeteyan dan û rûxandin. Di êrîşa balafiran de topavêjên çeteyan bûn hedef.

Eniya El-Sûsê / El-Şeclê

Li vê eniyê şevê din şerekî giran hebû. Çeteyan hewl da êrîşî nuqteyên hêzên me bikin. Şervanên me hewldana çeteyan têk birin û ziyanên mezin bi çeteyan kirin. Der barê hejmara çeteyên hatine kuştin de agahî nehatin piştrastkirin.

Vê sibê  şervanên me pêşveçûna xwe li aliyê gundê El-Şeclê ji aliyê çepê ve berdewam kirin û nêzî kîlometreyekê paqij kirin. Li vir 10 xalên di destên çeteyan de bûn hatin rizgarkirin. Yekîneyên leşkerî yên girêdayî hêzên me bi dehan mayin bê bandor kirin.

Balafirên koalîsyonê jî li vê eniyê beşdarî şer bûn û 5 êrîş li dijî tevgerên çeteyan pêk anîn û baregeheke fermandariya çeteyan rûxand. Balafiran her wiha embareke cebilxaneyê jî teqand.

Encamên dawîn

Êrîşên hewayî: 20

Nuqteyên hatine rizgarkirin: 28

Kuştiyên çeteyan: 40 kuştî. Hin çeteyên din jî di pevçûnên cuda de hatin kuştin û hejmara wan nehat piştrastkirin.

Bi dehan mayin hatin bêbandorkirin.

Tuneleke çeteyan hate hilweşandin.

Baregeheke fermandariya çeteyan û embareke cebilxaneyê hatin rûxandin û siwareyeke leşkerî hate teqandin.