YPG: Li Reco û Şerayê 5 çete hatin kuştin

YPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên 24-25’ê Îlonê ya li navçeya Şera û Reco yên Efrînê de bi kêmanî 5 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandi û çepmaniyê ya YPG’ê ragihand ku di 3 çalakiyên li navçeya Şera û Reco yên Efrînê de 5 çete hatine kuştin û dest danîne ser amûrên wan ên leşkerî.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

“Roja 24’ê Îlonê hêzên me, li ser rêya di navbera gundê Dêr Siwan ya girêdayî navçeya Şera li dijî koma çete ya bi navê Firqet Hemze çalakiyek kemîn pêk anîn. Di encama çalakiyê de 3 çeteyên di hundirê wesayîtekê de hatin kuştin û 3 çekên tîpa AK-47 hatin desteserkirin.

Navên çeteyên ku hatine kuştin wiha ne: Emîr el-Ferec, Sadik el-Şerîf, Mesûd el-Sayex.

Di heman rojê de yekîneyên me li dijî koma Firqet Hemze li bejahiya gundê Hec Xelîl ya ser bi navçeya Raco ya Efrînê ve çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin.

Di roja 25’ê Îlonê de hêzên me li herêma Nebî Hûrî ya ser bi navçeya Şera ve li dijî koma çete ya bi navê Sûltan Ebdulhemîd çalakiyek sûîkastê pêk anîn. Di encama çalakiyê de çeteyê bi navê Elî el-Omer yê ku bi eslê xwe ji Helebê ye, hate kuştin.”