Bîlançoya 24 seatên dawî: Gundê El-Şecle hat rizgarkirin, 21 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 seatên dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku gundê El-Şecle hate rizgarkirin û di şerê 24 seatên dawî de 21 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandê ya QSD‘ê bi daxuyaniyeke niviskî bilançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya "Şerê Tunekirina Terorê" ragihand. QSD; “Gundê El-Şecle hate rizgarkirin û 21 çete hatin kuştin.

QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

ENIYA BAXOZ

Hêzên me li vê eniyê pêş de çûn û hejmareke nuqteyên nû girtin, çeteya êrîşî nuqteyek hêzên me kirin, hêzên me bersiva êrîşê da û şer derket, di encamê de kuştiyên çeteyan çêbûn.

Çeteyên DAIŞ‘ê bi topên hawanê êrîşê nuqteyên hêzên me kirin. Şervanên me di xebatên lêgerînê de gelek çek û cebilxaneyên çeteyan dîtin.

Di şerê  duh bi şev de hêzên me 800 m pêş de çû û gelek nuqteyên nû girtin, her çendî çeteyan hewl didan êrîşî nuqteyên şervanên me bikin, hewldanên wan hemû hatin şikenandin. Di encamê de, hejmarek kuştiyên çeteyan çêbûn, du erebeyên bombebarkirî û tuneleke çeteyan rûxandin.

Hêzên me li vir 600 m din pêşde ketin û hejmareke nuqte tesbit kirin, her wiha hejmarek çek û cebilxaneyên çeteyan desteser kirin.

Serê sibehê de dîsa jî şerê giran rû da, hêzên me gundê El-Şecle rizgar kirin û hejmarek çete kuştin, her wiha miqdarek çek û cebilxaneyên wan desteser kirin. Piştî rizgarkirinê yekser, tîmên taybt dest bi xebatên lêgerînê kirin û gelek mayîn bê bandor kirin.

ENIYA HECÎN

Çeteyan hewl dan êrîşên dijber li dijî hêzên me pêk bîne, li ser vê yeê şerên dem dem bi çekên giran rû da, hêzên me bersiva êrîşên çeteyan dan. Di saetên vê sibehê de jî şer çend saetan berdewam kir, li vir jî hejmareke çete hatin kuştin. Balafirên koalîsyonê nuqteyên çeteyan kirin hedef.

BÎLANÇO

Êrîşên hawayî: 7

Nuqteyên hatin girtin: 19

Hejmara kuştiyên çeteyan: 21

Wihdahiyên çeteyan: 1 tunel, du erebeyên bombebarkirî û bingeha hawnê hatin rûxandin.

Çekên ku ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin; 2 hawan (120 mm) û 65 guleyên wê, 6 RPG, 4 kilaşînkov, 2 BKC û çenteyeke cebilxane.

Hejmara şervanên me yên şehîd: 6

Hejmara şervanên birîndar: 8