QSD: Boxaza Jorî bi temamî hate rizgarkirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand di nava 24 saetên dawî de gundê Boxaza Jorî hatiye rizgarkirin û gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî yên Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê ‘Şerê dawîkirina terorê’ eşkere kir.

QSD’ê agahiyên berfireh wiha rêz kir:

"Eniya Boxaza Jor: Piştî şerê 3 rojan dom kir, gundê Boxaza Jor bi temamî hate rizgarkirin.

Piştî rizgarkirinê, hêzên me xebatên paqijkirinê dane destpê kirin. Di xebatên lêgerînê de, topa hawan (120 mm) ku hatibû mayînkirin hate dîtin û ji aliyê şervanên me ve hate teqandin. Terorîstên çeteyên DAÎŞ‘ê gelek topên hawnê avêtin nuqteyên nêzî şervanên me, lê êrîşa wan ti encamp negirt, li ser vê yekê hêzên me bi moşekan bargehên wan topbaran kirin.

Piştî rizgarkirinê, tevgereke mezin a terorîstên DAÎŞ‘ê li vê herêmê ji aliyê şervanên me ve hate şopandin ku nuqteyên şervanên me bi hawnan topbaran kirin. 4 terorîstan hewl dan bi dizî werin nuqteyên şervanên me, şervanên me bersiva hewdana wan da û terorîst neçarî vekişandinê kirin. Di heman demê de balafirên koalîsyonê bargehên wan topbaran kirin û 4 terorîst hatin kuştin.

Hêzên bi destekdayîna balafirên koalîsyonê pêşdeçûnên xwe li vê eniyê berdewam kirin. Ji ber êrîşên hawayî 6 terorîst hatin kuştin. Li vir 1 çeka BKC, 1 RPG û 5 cenazeyên terorîstan ketin destê şervanan.

Eniya Hecîn: Şervanên me li vê eniyê 2 km pêş ve çûn û tevahî cihê ku rizgarkirina paqij kirin. Her wiha xendek û tunelên wan rûxandin û 15 nuqte hatin tespîtkirin. Her wiha çeka qilêş kete destê şervanan. Di pêşedçûnên şervanan de mayîneke ku çeteyan çandibûn teqiya, di encamê de 5 şervan birîndar bûn û yek şehîd bû.

BÎLANÇOYA ROJÊ

-10 terorîst hatin kuştin û cenazeyê 5 ‘an kete destê şervanên me.

-Hejmara êrîşên koalîsyonê: 5

-Nuqteyên hatin tesbîtkirin: 15

-Çekên hatin desteserkirin: 1 BKC, 1 B7.

-Bargehên terorîstan ên hatin rûxandin: 3

-Mayînên hatin teqandin: 4

-Hejmara şervanên me yên birîndar bûne: 5

-Hejmara şehîdên me: 1"