Cenazeyê şervanên QSD’ê Serhed û Mezlûm hate veşartin

Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanên QSD’ê Ebdulrehman El-Hemed (Serhed) û Îbrahîm Felûh (Mezlûm) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê veşartin.

Bi sedan welatiyên Hesekê cenazeyê şervanên QSD’ê Ebdulrehman El-Hemed (Serhed) û Îbrahîm Felûh (Mezlûm) ku di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji avahiya Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ve bi rê ketin.

Li Goristanê darbesta şehîdan ji aliyê sedan kesî ve bi dirûşme û tilîliyan hate pêşwazîkirin. Piştre ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û şervanan merasîmeke leşkerî lidarxist.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ezîza Ebdulrehman sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got; “Şehîd pira dinavbera hevgirtina gelan de ne, şehîd rêya me ronî dikin û ji bo welatê xwe canê xwe feda dikin. Divê em xwedî li şehîdên xwe derbikevin û rêya wan bişopînin.”

Fermandarê YPG’ê Ciwan Hesekê û Hevserokê Kantona Hesekê Ebdûlxemî Oso jî axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê herdu şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê hatin veşartin.