Li Hecinê gundê El Şecle hate rizgarkirin
Şervanên QSD’ê li bajarokê Hecînê gundê El Şecleyê ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin.
Şervanên QSD’ê li bajarokê Hecînê gundê El Şecleyê ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin.
Navenda Ragihan û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku piştî şerê 3 rojan ê dijwar ku di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de gundê El Şecle yê girêdayî navçeya Hecîn a Dêra Zorê hate rizgarkirin.
Hate ragihandin ku di şer de gelek çete hatin kuştin, dest hatiye danîna ser gelek çek û cebilxaneyan. Şervanên QSD’ê li herêmê dest bi lêgerîn û paqijkirina bermayên DAÎŞ’ê kirine.