ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Pêşnûme belgeya ji bo zanîngehên demokratîk tê gotûbêjkirin
Konferansa zanîngeh û akademiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Qamişloyê dewam dike. Di konferansê de li ser belgeya pêşnûmeyê ya saziyên hîndekariya bilind gotûbêjî têne kirin. -
YPJ: Me li Reqayê dîwarên koledariyê rûxand
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê ragihand ku bi rizgarkirina Reqayê re dîwarên koledariyê rûxiyane û got, "Azadiya Reqayê bû hêvî ji hemû jinan re." YPJ'ê şervanên li eniya Dêra Zorê jî silav kir. -
Konferansa Zanîngehên Rojava dest pê kir
Konferansa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir. Li konferansê Berpirsê Dîplomasiyê yê TEV-DEM'ê Aldar Xelîl axivî û got, di pêvajoya şoreşê de wan li hêlekê li dijî dagirkeriyê şer kirin, li hêla din jî pergala nû ava kirin. -
YPG'ê li Efrînê lê da: Leşkerek û 2 çeteyên dagirker hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, li Efrînê di 2 çalakiyên cuda de yek jê leşkerekî Tirk 3 dagirker hatine kuştin. YPG'ê dîmenê çalakiyê jî weşand. -
Cenazeyê şehîd Umer li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD’ê Umer Îbrahîm El- Mihemed (Umer) ê dema li Reqayê bi erka xwe radibû şehîd ket, li Şehîdgeha gundê Hikûmiyê bi merasîmekê hate veşartin. -
Pêngava Bagera Cizîrê: Di 24 saetên dawî de 15 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand ku di şerê 24 saetan a Pêngava Bagera Cizîr a ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de 15 çete hatine kuştin, 2 şervan şehîd, 7 şervan jî birîndar bûne. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê El- Xelef spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD'ê Ûsame Emîn El-Xelef ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ de şehîd bûbû, li Goristana Xidir El-Hemadê ya herêma Ebû Xeşeb spartin axê. -
Li Hesekê bi hezaran kes ji bo Efrîn û Ocalan meşiyan
Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya Tirkan a li Efrînê li Hesekê meşek hate lidarxistin. -
YPG: 6 dagirker li Efrînê hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çalakiyên du rojên dawî de herî kêm 6 çete li Efrînê hatine kuştin, 5 jî birîndar bûne. -
Zanîngehên Rojava wê konferansa hîndekariya bilind pêk bînin
Zanîngeh û akademiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê 19-20'ê Cotmehê konferansekê lidar bixin û hîndekariya bilind binirxînin. -
NÛ BÛ-Cenevreya bê Kurdan, de Mîstûra ji erkê girt!
Nûnerê Taybet ê NY yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra yê bi erka hevdîtinên Cenevre ya bê Kurd radibû, dawî li erka xwe tîne. -
Li gundê Mahasaran a Îdlibê teqînek pêk hat: çeteyek hate kuştin
Di teqîna li Gundê Mahasaran ê Îdlibê pêk hat de çeteyeke girêdayî dewleta Tirk hate kuştin. -
Cenazeyê du şehîdên Bagera Cizîrê hatin veşartin
Welatiyên Şedadê cenazeyê şervanên QSD’ê Ehmed Mensûr û Ehmed Mihêmîd bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a navçeya Şedadê veşartin. -
QSD: Di 24 seatên dawî de 12 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. -
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Minbicê dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Ûlaşliyê, bi hewan, doçka, A4 û BKC’an êrîşî sengerên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya li gundê Bogaz ê Minbicê dikin -
Cenazeyê 5 şehîdan bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Welatiyên Hesekê cenazeyê 5 şervanên QSD’ê bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dijwar veşartin. -
Şerê Tunekirina Terorê: 9 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawî ya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ango ‘Şerê Tunekirina Terorê’ eşkere kir. -
YPG’ê nasnameya 8 şehîdên ‘Berxwedana Kobanê’ eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê nasnameya 8 şehîdên ‘Berxwedana Kobanê’ ya Cotmeha 2014’an eşkere kir. -
'Soçî bi ser neket, çek hatin veşartin'
Ebû Omer Idlibî got peymana Soçiyê ya li ser Idlibê bi ser neketiye û got, ''Tirkiye wiha tevdigere weke ku li gorî peymana Soçiyê diçe. Îstîxbarata Tirkiyê yên ku Soçiyê qebûl nakin dikuje''. -
Li Efrînê derbên giran li çeteyan tê dayîn: 4 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir ku li navçeya Şera ya Efrînê 15’ê Cotmehê li dijî çeteyên Ehrar El Şerqiye çalakiyeke sabotajê hate kirin û 4 çete hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. -
Dîmenê 'Şerê tinekirina terorê' yê li Dêra Zorê..
Dîmenên hinek kêliyên şer ên şervanên YPG/YPJ û QSD’ê yên li eniyên şer ên Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ya li Dêra Zorê. -
Çete êrîşê dibin ser gundên Şehbayê û derdora bendavê
Çeteyên dewleta Tirk bi çekên giran ji Mareyê êrîşî gundên Umhoş, Hirbil, Şêx Îsa yên herêma Şehbayê û derdora Bendava Şehbayê dikin. -
Şervana YPJ’ê Berfîn Amed li Qamişlo hat veşartin
Şervana YPJ’ê Berfîn Amed a ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûyî, li Qamişloyê hat veşartin. -
Çeteyê ku destê wî di dagirkirina Efrînê de hebû hate kuştin
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê ragihand ku roja 11’ê Cotmehê çeteyekî ku di dagirkirina Efrînê de rol girtibû hate kuştin. -
Gelo peymana li ser Îdlibê têk diçe?
Dema peymana Îdlibê ya navbera dewleta Tirk û Rûsyayê qediya. Ji niha ve peyman tê binpêkirin. Koma bi navê Heyet Tehrîr El Şam ragihand ku wê şer bike.