Cenazeyê du şehîdan li Dêrikê hatin veşartin

Welatiyên Dêrikê cenazeyê şervanên Hêza Erka Xweparastinê Emîr Sefo û DiYar Yûsif bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Bi sedan welatiyên herêma Dêrikê, Girkê Legê û Çilaxa cenazeyê şervanên Hêza Erka Xweparastinê Emîr Sefo û Diyar Yûsîf ku di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji nexweşxaneya Şehîd Hogir a Dêrikê wergirtin û bi karwanekî sedan wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerkî hate lidarxistin. Piştre Cîgirê Hevserokatiya Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Abdulehed Gewriyê axivî û got: "Em bejna xwe li hemberî şehîdên ku erka xwelatparêziyê pêk anîne û tevlî kerwanê şehîdan bûne bitewînin. Bi saha xwîna şehîdan deskeftiyên herêmê hatine bidestxistin û em ê şopdarê rêya wan bin.”

Hevserokê Desteya Hindirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat jî axivî û sersaxî ji malbatên herdu şehîdan re xwest. Berekat got: "Projeya Netewa Demokratîk li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bûye rastiyek li ser erdê hatiye pêkanîn. Projeya me projeya xelaskirina gelan ji zulm û zordariya pergalên faşîzmê ye. Ji ber vê yekê em soz didin gelê Rojava û Bakurê Sûriyeyê ku em ê têkoşîna xwe berdewam bikin ta xaka xwe ji terorê rizgar bikin."

Piştre wesîqeyên şehadetê yên herdu şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hatin kirin. Malbatan jî soza şopandina rêya şehîdan da heta ku xeyalên şehîdan pêk bînin.

Cenazeyê herdu şehîdan bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.